Polîsan bi ser ARSÎSA'yê de girtin

  • 15:11 1 Sibat 2026
  • Rojane
WAN - Polîs û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî di saetên serê sibê de bi ser ARSÎSA'yê de girtin.
 
Di saetên serê sibê de, polîs û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî li navçeya Erdîş a Wanê bi ser Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA) de girtin.
 
Hat îdiakirin ku serdegirtin ji ber giliyekê hatiye kirin ku "dersên zimanê Kurdî dihatin dayîn." Derbarê lêgerînê de tu agahiyên din nehatin dayîn, lê di dema serdegirtinê de wêneyên hundirê navendê ji aliyê polîsan ve hatin kişandin.