Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 6 hezar û 842 xwepêşandêr hatin kuştin
- 12:06 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di dema xwepêşandanan de zêdeyî 6 hezar kes hatin qetilkirin û zêdeyî 49 hezar xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê bîlançoya nû li ser kuştin, birîndarkirin û binçavkirinên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de belav kir.
Li gorî daneyên HRANA’yê, ji 28'ê Kanûna 2025'an dema destpêkirina xwepêşandanan û vir ve 6 hezar û 842 xwepêşander hatin kuştin. 49 hezar û 70 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha 11 hezar û 21 xwepêşander jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine kuştin de 146 ji wan zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn. Her wiha 214 kes ji wan jî endamên hêzên ewlehiyê yê rejîma Îranê ne, 57 kes jî welatiyên ku tevlî xwepêşandanan nebûne, lê hatine kuştin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku 11 hezar û 46 kes bangî saziyên ewlehiyê hatine kirin û îfadeyên bi darê zorê yên 296 xwepêşanderan jî hatine tomarkirin.







