Heyeta Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir

  • 22:43 2 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Fransî ku serdana Rojava kir diyar kir ku armanca wan ew e ku dengê gelê Kurd bigihînin aliyên peywendîdar û mafên wan biparêzin.
 
Şandeya Fransayî vê êvarî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bajarê Qamişloyê kir. şande ji parlamentoya Fransa û cîgira seroka Bloka Partiya Sosyalîst a Fransayê û berpirsa Têkiliyên Parastinê ya Parlamentoyê Anna Pec û berpirsa Têkiliyên Derve ya Senatoya Fransayê Dylan Bouteflika pêk tê.
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Qamişloyê Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî û nûnerê Rêveberiya Xweser a Şamê Dr. Ebdulkerîm Omer pêşwaziya şandeya Fransayê kir.
 
Anna Pec kêfxweşiya xwe ya hevdîtina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed re anî ziman.
 
Têkildarî armanca serdana Rojava Anna got: "Em hatin vir, da ku tiştên li Rojava li ser erdê pêk tên bibînin û dengê gelê Kurd li Rojava bigihînin, mafên wan biparêzin."