Li Bakurê Mexribê ji ber lehiyê 4 jinan jiyana xwe ji dest dan
- 14:34 5 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama pêla hewayê ya li bakurê Mexribê de, li parêzgeha Laracheyê bûyerek trajîk qewimî; 4 jinên ji heman malbatê di dema hilweşîna xaniyek de jiyana xwe ji dest dan.
Di salên dawî de gelek herêmên Mexribê, ji ber aloziyên giran ên hewayê û lezbûna guherîna avhewayê, lehî û erdhejên dubare tên jiyîn û ev rewş tundbûna bûyerên xwezayî zêde dike.
Duh roja 4’ê Sibatê, li gundê Boujerianya yê girêdayî civaka Benî Arous a li parêzgeha Laracheyê, di encama lehiyê û hezîna erdê de xaniyek hilweşiya û 4 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di encama bûyerê de dayik, keça xwe, bûka wê û zarokek biçûk a keç jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên heyî, axa ku ji girên bilind daket xwarê, bû sedema herikîna axê û ketina kevirên mezin. Bi kevirên ku li xanî ketin derdora xanî di nava axê de ma û kes rizgar nebû.
Ev bûyera trajîk, di dema aloziyên hewayî yên berdewam de li herêmên berfireh ên bakurê welat qewimî. Di heman rojê de li derdora Larache, Chefchaouen û Kisar El-Kebirê jî erdhej çêbû lê li gorî çavkaniyên herêmî tu kes nemiriye.
Vê karesatê, lawaziya malbatan û bi taybetî jin û zarokên li deverên di bin xeterên xwezayî de dijîn, raxist ber çavan.







