Metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî yên Merîwanê
- 12:27 16 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Çalakvanên Mafên Jinan ragihand ku metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwanê hene. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bo pêşîlêgirtina darvekirinan bikevin nava hewldanan.
Tora Çalakvanên Mafên Jinan ku bi navê ‘Jiyana Kurdistan’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye avakirin, di derbarê rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwanê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li gor agahiyên gihiştine malbatên girtiyan, berpirsên ewlehiyê yên Îranê di hevdîtinek li gel rêveberiya girtîgeha Merîwanê de behsa egera darvekirina girtiyên siyasî kiriye. Vê yekê jî tirs li cem malbatan çêkiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ji ber siyaset û zextên rejîma Îranê ya li beramberî girtiyên siyasî bi fikarin û daxwaza helwestek cidî û lezgîn li saziyên mafên mirovan dikin.







