Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya
- 14:39 16 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê ku têkildarî meseleya Kurd hate avakirin, ji bo civîna xwe ya şeşemîn lidar bixe, li hev civiya.
Koma nivîsandinê ji bo civîna xwe ya şeşemîn pêk bîne bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş li hev civiya.
Di civînê de wê li ser amadekirina rewşa dawî ya raporê û pêşkêşkirina wê ji Komîsyona Meclîsê re nîqaş bê kirin.







