‘Divê înkara sedsalî bidawî bibe, jiyana demokratîk bê avakirin’
- 09:02 15 Hezîran 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL-Asiye Kolçak û Burcu Çelîk yên di ‘Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ axivîn diyar kirin ku divê polîtîkayên înkarê bidawî bin û got Komara Demokratîk bi tevlibûna jin, ciwan û aliyên civakî dikare bê avakirin, aştî jî bi ewlehiya welatîbûna wekhev û ewlehiya destûra bingehîn pêkan e.
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li dora sernavên welatibnûna wekhev, azadiya jinê û aştiya civakî tê meşandin û di 113-14’ê Hezîranê de jî li Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2’yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ li Navenda çanda Cem Karaca pêk hat.
Konferansa ku du rojan berdewam kir, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, aktîvîstên jin, nûnerên saziya civaka demokratîk tevli bûn û gelek mijar hatin nirxandin.
Endama PM ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Asiye Kolçak û hevberdevka Însiyatîfa li Hember Miriyan Rêzdarî û Edalet, Burcu Çelîk ku tevli konferansê bûn axivîn.
‘Divê ji înkara sedsalî derkevin’
Asiye Kolçak da zanîn ku divê hemû aliyên civakî der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de gotina xwe bêjin û divê di pêvajoya aştiyê de destê xwe bikin bin kevir û wiha got: “Di sedsala dawî de ji ber polîtîkayên dijdemokratîk cudakarî hatiye kirin. Sedsalek din bi polîtîkayên asîmîlasyonê nameşin. Divê ji vê înkara sedsalî bê derxketin. Divê hemû nasname bê nasîn û bigihêje ewlehiya destûra bingehîn. Gotina ‘Kurd xwişk û birayê me ne’ aştiyê nayne.”
‘Bila bibe wesîleya destpêkek nû’
Asiye Kolçak bi lêv kir ku divê mafê jinan, aborî, mafê sewalan di pêvajoya aştiyê de bên çareserkirin û wiha bi lêv kir: “Ji bo peyamên cidî yên vê konferansê ji rayagiştî re bê ragihandin em hatin vir. Hêviya me ev e ku ev konferans bibe wesîleya destpêkek nû. Zimanê kolanê nîşaneya şênber a krîza dîzaynkirinê ya desthilatdariyê ye. Li kolanê teqîneke civakî tê jiyîn. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê dest ji feraseta înkarê ya sedsalê bê berdan. Kurd û nasnameyên din ên welat ên tune hatine hesibandin damezrînerên esas ên welat in. Ez dixwazim xwe li welatê xwe azad hîs bikim.”
‘Divê hewcedariyên esas bên axaftin’
Burcu Çelîk der barê hewcedariya konferansê de axivî û balkişand ser geşedanên piştî 2015’an û wiha domand: “Rakirina destnedanan, girtina siyasetmedaran, tayînkirina qeyûman, polîtîkayê zextê yên li ser jin, ciwan û civakê. Van bandorek mezin li ser gel kir. Îro pêvajoyek nû tê nîqaşkirin. Lê di alî klasîk de ev wek pêvajoya aştiyê nikare bê pênasekirin. Bi salan e zext û êrîşên li ser Kurdan tên nîqaşkirin. Lê ji tecrubeyên berê wêdetir divê hewcedariyên esas bên axaftin.”
‘Bedelên giran hatin dayîn’
Burcu Çelîk destnîşan kir ku divê jin, ciwan, rêxistinên civaka sivîl û aliyên cuda yên civakî bibin kirdeya pêvajoya veguherînê û ji bo pisgirêkên heyî bên çareserkirin divê gavên xurt û bi biryar bên avêtin. Burcu Çelîk anî ziman ku armanca wan ev e ku perspektîfa komara demokratîk xurt bikin û jiyanê bi hev re bihûnin. Burcu Çelîk wiha got: “Gelê Tirkiyeyê azadî û demokrasiyê heq dikin. Gelan bedelên giran dane. Divê kodên rizgariya Tirkiyeyê ji nû ve bên nîqaşkirin û mayîndekirin. Divê hinek nîqaş bên mayîndekirin. Ji bo pêşerojek demokratîk em ê xebatan bidomînin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”







