Li Akdenîzê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin

  • 19:27 15 Ağustos 2025
  • Rojane
MERSÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, li navçeya Akdenîzê komeleya xwe vekirin.
 
Li navçeya Akdenîz a Mersînê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Çukurovayê, Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Windakirine (MEYADER)  û gelek kes tevli bûn.
 
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren axivî û got komeleya hatiye vekirin bila bibe wesîleya aştiyê.
 
Piştî axaftinan komele hat vekirin.