OHD: Divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn

  • 12:56 20 Gulan 2025
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - OHD’ê bi munasebeta 15'ê Gulananê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran daxuyanî da û xwest Kurdî bibe zimanê fermî.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi munasebata 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran daxuyanî da. Di daxuyaniyan de şaxên OHD'ê ji bo zimanê Kurdî 5 daxwaz rêz kirin.  
 
Amed
 
Şaxa OHD'a Amedê daxuyaniya xwe li pêşiya Edliyeya Amedê da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parêzerên Baroya Amedê û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Metna daxuyaniyê ya Kurmancî ji hêla endama Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa OHD'a Amedê Gulbahar Ateş ve û ya metnê Kirmanckî jî ji hêla endamê heman komîsyonê Mehmet Emîn Gokbahar ve hat xwendin.  
 
Metna hevpar wiha ye: "Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in. Zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê Kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be. 
 
Daxwazên OHD'ê
 
Li ser vî esasî; wek sazî, dezgeh û rêxistinên li jirê daxwazên me ev in: 
 
* Divê Kurdî bi fermî bê nasîn û bighîje satatuyekî.
 
* Kurdî, ji pêşdibisatanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.
 
* Navên cih û tişkên ku bieslê xwe Kurdî ye lê bûne Tirkî dîsa bibe Kurdî.
 
* Astengiyên zagonî/hiqûqî û fîîlî yên li hemberî Kurdî bê rakirin, Kurdî li her dere azad û serbest be.  
 
* Ji bo azadî û serbestiya Kurdî ya mayînde; divê mafên Kurdan ê hiqûqî û yê siyasî bê qebûlkirin.
 
Ji bo têkoşînê bang
 
Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em bang li hemû rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dikin ku van daxwazên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bike, hem jî wan di kiryarê de bi cîh bîne. Herwiha em bang li hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, însîyatîf û derdorên kurd, neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku; ji bo pêkhatina van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî têkoşîna xwe li her derê û li her qadê bilindtir, xurtir û berfirehtir bikin û van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê Kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe."
 
Riha
 
Şaxên OHD û ÎHD'ê û Baroya Rihayê jî li pêşberî Edliyeya Rihayê daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo zimanê Kurdî li her derê têkoşîn” hat hilgirtin. Endamê OHD Şaxa Rihayê Muslum Saraçoglû, der barê Cejna Zimanê Kurdî de agahî da û wiha got: “Kurdî nasname, çand, hebûn û jiyana Kurdan e. Kurdî mifteya deriye azadiyê ye ji bo Kurdan.”
 
Saraçoglû, desnîşan kir ku di 27’ê Sibatê bi “Banga Azadî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin û şûnde xwedîderketina Kurdî xurt bûye û wiha domand: “Em heta dawiyê bi vê bangê ra ne. Ji bo azadiyek bir met divê astengiyên li pêşiya Kurdî bê rakirin. Ji bo vana pêk bên divê mercên azad bên avakirin ji bo xebat û jiyana rêzdar Ocalan.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
 
Mêrsîn 
 
Li Mêrsînê jî li avahiya Şaxa OHD'ê daxuyanî hate dayin. Pankarta “Zimanê me rûmeta me ye” li eywana daxuyaniyê hate daliqandin. Parêzer Mûammer Derînce, metnê daxuyaniya hevpar xwend.
 
Mêrdîn
 
Şaxa OHD ya Mêrdînê li pêşberî edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û endamê OHD’ê Sezgîn Dînç axifî û daxwazên di metna hevpar xwend. 
 
Enqere 
 
Şaxa OHD'a Enqereyê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Sihhiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Statûya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî” hate hilgirtin û gelek parêzer tev li bûn. Endamê Şaxa OHD'a Enqereyê Dogan Şenses metna hevpar xwend.  
 
Şirnex
  
Nûnertiya OHD'ê ya Şirnexê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek endamên Komîsyona Ziman û Çandê ya Baroya Şirnexê tev li daxuyaniyê bûn. Sabrî Çatikkaş ê OHD'î daxwaz red kir. 
 
Wan
 
Şaxa OHD'ê, Baroya Wanê û Komeleya Lêkolînên Hiqûqê û Perwerdeyê (DADSAZ) jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Kurdî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, 15’ê Gulane Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate hilgirtin. Mûstafa Varol Kurmanciya metnê û Leyla Kaplan Kertîş jî metna bi Kirmanckî xwend.  
 
Îzmîr 
 
Li Îzmîrê jî li Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta "Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî, statuyê Kurdki perwerdehiya bi Kurdki" hate hilgirtin. Her wiha dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" hate berzkirin. Rêveberiya komeleyê Kurdiye Sagniç Irgat axivî û got ku heta ku Kurdî nebe xwedî statu û neyê naskirin dê berhemên wê û nivîsên wê her tim neparastî bin. Kurdiye Sagniç Irgat got ku divê Kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermî.  
 
Şaxa OHD'a Îzmîrê jî li avahiya xwe ya li Bayrakliyê daxuyanî da. Li eywana daxuyaniyê pankarta "Zimanê me rûmeta me ye” hate daliqandin. Metna hevpar ji hêla endamê şaxê Edhem Kuruş ve hate xwendin.