Zarok bi şanoyê şa bûn

  • 10:13 24 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Di çarçoveya 2'emin Rojên Şanoya Gerok a Zarokan de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû lidarxistin, bi sedan zarokên ku parkên Çinar, Bismil û Çingûşê tije kirin, bi lîstikên şanoyê û pêşandanên komên jonglêran kêfxweşiyeke mezin jiyan.
 
2'emin Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ji bo zarokên li navçe û taxên ku nikarin xwe bigihînin çalakiyên çand û hunerî hatibû organîzekirin, di roja xwe ya çaremîn de berdewam kir. Çalakiyên duh ên Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ji bo zarokên Çinar, Bismil û Çingûşê hatin pêşandan. Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu jî beşdarî çalakiyan bûn û bi zarokan re kêfxweş bûn.
 
Zarok dilxweş bün
 
Koma jonglêr a 6 kesan ku li kolanên navçeya Çinarê geriya, bi zarokan re çû Parka Nûjiyan a Çinarê. Zarokan, lîstikên Mîrza û Keybanû yên Koma Stenbolê û Hirço û Mozmozik yên Mavî Maske, her weha performansa koma jonglêran bi eleqeyek mezin temaşe kirin û demên xweş derbas kirin.
 
Li baxçeyê Navenda Çandê ya Çingûşê jî koma jonglêr Sosyal Oyun Sokakta bi zarokan re hat cem hev. Zarokan bi pêşandanên koma jonglêran dilxweşîya xwe jiyan.
 
Li Baxçeyê Gel ê Bismilê jî lîstika bi navê Daristana Me ya Koma Tiyatroba û pêşandana koma jonglêr ji bo zarokan hat pêşandan. Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn û bi sedan zarok û dêûbavên wan çalakî temaşe kirin.
 
Zarok û dêûbavên ku li Bismilê lîstika şanoyê û pêşandana jonglêrê temaşe kirin, xwestin ku çalakiyên bi vî rengî ji bo zarokan bidomin.
 
Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dê li navçeyên Hênî, Erxanî, Hezro û Farqînê bidome. Lîstikên şanoyê dê  saet 19.00’an de li parkên navçeyan bên pêşandan.