12’yemîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz: Jin, jiyan, azadî

  • 18:42 28 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê 12’yemîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz dest pê kir. Di mîhrîcana ku zêdeyî 20 rêxistinên jinan bi hev re lidarxistin de peyama ‘Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re civaka demokratîk ava dikin’ tê dayîn.
 
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz ku ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz a ku 9’ê Çileya 2013’yan li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin, bi awayekî kevneşop tê li dar xistin, destpê kir. Mîhrîcana bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û bi piştgiriya zêdeyî 20 rêxistin û înîsîyatîfên jinan, îsal bi dirûşmeya “Em Destkeftiyên Jinan Diparêzin, bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re Civaka Demokratîk Avadikin” li qada Kasernenareal a Zurîhê tê lidarxistin.
 
Qada mîhrîcanê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşgerên jin ên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hate xemilandin û li qadê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng vedide. Wekî her sal îsal jî kona dengbêjên jin û standên pirtûkan hate vekirin û ji bo zarokan qadên lîstokê hatin danîn. Mîhrîcan gelek înîsîyatîf û rêxistinên têkoşîna jinê dimeşînin anî ba hev. Di standên agahdarkirinê yên mîhrîcanê de jî îşaret bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocalan tê kirin.
 
Mîhrîcan ji bo şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ewilî rêxistinên jinan derketin ser dîkê û beşdaran silav kirin.
 
Piştre Berdevka YJK-S’ê Selam Surer axivî û wiha got: “Hûn îro mêvanên Heval Sakîne, Heval Ronahî, Heval Rojbîn, Heval Evîn û Heval Zîlan in. Em îro bi hev re bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re civaka demokratîk ava dikin. Em bi hev re têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bilind dikin.”
 
Selam Surer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û destnîşan kir ku ew ê weke jin piştgiriya xwe ya ji bo vê pêvajoyê bidomînin.
 
Piştî axaftinê koma erbaneyê derket ser dîkê û niha mîhrîcan bi bernameyên cuda dewam dike.
 
Di mîhrîcanê de hunermendên jin Sasa Serap, Jala, Zerifa Zerrin, Gulan Silav Rojava û Awaze Mitra derkevin ser dîkê.