Li parka Anzelê şahiya zarokan

  • 10:47 30 Tîrmeh 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê, li Parka Anzelê Şahiya Zarokan li dar xist.
 
Di çarçoveya Şahiya Zarokan de, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve ji bo zêdekirina beşdariya zarokên li taxan di çalakiyên werzîşî, çandî û hunerî de hatibû organîzekirin, li Parka Anzelê ya navçeya Sûrê çalakî hat lidarxistin.
 
Di çalakiyê de ku bi rengizandina rû, lîstikên kolanê yên kevneşopî, muzîk, şano û lîstikên werzîşî dîmenên rengîn pêşkêş kirin, zarokan kêliyên xweş derbas kirin.
 
Di çalakiyê de ku malbat jî beşdar bûn, zarokan bi perwerdekaran re di atolyeyan de rojeke cuda derbas kirin û kêfxweşiya vê yekê jiyan.