Ji Êlihê bang kirin: Wê têkoşîna me bidome

  • 16:22 9 Mijdar 2025
  • Rojane
 
ÊLIH - Jinên TJA yên ku standa xwe ya 25'ê Mijdarê li Êlihê dan, diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bidomînin û ew ê li meydanan bin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan start da. Çalakî li Kolana Hunerê ya Êlihê bi dirûşmeya "Jiyana azad û bê tundûtûjî di civakek demokratîk de" hate lidarxistin. Jin li Kolana Hunerê kom bûn û pankarta dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî" qîr kirin.
 
Em 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê, ya ku bi bîranîn û têkoşîna Xwişkên Mirabel ên di sala 1960an de li Domînîkê dema li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin qetilkirin bûye sembol, bi hêrs û berxwedana jinên ku îro tên qetilkirin pêşwazî dikin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê mezin dikin; bi mîrateya ji Mirabelan heta îro, em jiyaneke bê şidet û azad bi civaka demokratîk re dirêsin!
 
Jinan di daxuyaniyê de gotin:"
 
Şideta li ser Jinê Îdeolojîk e!
 
Nasnameya jinê bi hezaran salan e bi şidetê di malan de hat girtin, hat mêtinger kirin û qetilkirin. Ji bo ku nirxên civakî yên wê afirandine tine bibin û bên jibîrkirin, rastî her cure şidetê hat hiştin. Dîroka jinan hat tune hat hesibandin. Hebûna wan hat tune hat hesibandin. Çand û baweriyên wan  tune hat hesibandin. Li şûna vê, têkiliyên hegemonîk ên ku serweriya mêr organîze dike û pêkhateyên nû yên ku ev têkilî tê de hatine saziyekirin, hatin avakirin. Û ji bo ku ev pêkhate li ser piyan bimînin, şidet her roj ji nû ve hat hilberandin û jin hatin girtin. Qirkirina jinê û civakê ya ku îro li seranserê cîhanê li ber çavên me pêk tê, berdewamiya tekela şidetê ya hezaran salan e. Sîstema modernîteya kapîtalîst, ji bo ku palpişta xwe ya sereke,  serweriya mêr li cografyayên cuda yên cîhanê bi polîtîkayên cuda li ser piyan bigire, ji her demê zêdetir êrîş dike. Her sal li seranserê cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi şideta mêran tên qetilkirin, li dijî jinan şerekî vekirî tê meşandin. Ev şerê bê statu, lê belê yê ku hemû pêkhate bi hevkarî dimeşînin, her roj bi sedan jinan dikuje, ji jiyanê qut dike, dibe sedema birînên psîkolojîk-fîzyolojîk ên bêveger.
 
Mixabin ku rewş li Tirkiyê,Kurdistan û erdnigariya rojhilata navîn jî eynî ye.
 
Sala 1948an de Batman hê gundek biçûk û navê wê Elih bû salên 70î de bi bayê TPAO re di maç bajarê Tirkiyê de yê herî zêde koç girtîye.Batman ji gund koç sitandiye ji bajarên derdorê jî salên 90î de yê herî paşverû,sêpanên bizdandî yê olî û bi kuştinên faîlên nediyar û destpêka pêvajoya lihevxistinê re di serê salên 2000î de xwe kuştina jinan re ket rojeva raya giştî ya dinyayê.
 
Di pêvajoya 20 salên dawî de polîtîkayên hikûmetê yên dijminê jinê ev sîstem xurt kiriye, zêdetir jin ji jiyanê qut kiriye. Her çend hemû daneyên zanistî û sosyolojîk nîşan bidin ku jin herî zêde li malan, di nav malbatê de rastî şidetê tên jî, me qebûl nekir û em ê qebûl nekin ku şideta li ser jinê wekî lawazbûna malbatê bê nirxandin. Bi îlanakririna Sala Malbatê û polîtîkayên di vê çarçoveyê de tên meşandin, jin zêdetir di malan de tên girtin û şideta mêran nedîtbar tê kirin. Tundiya li ser jinê û kuştina jinan bi teqîna hêrsa takekesî an jî encama nîqaşa nav malbatê nîne. Ev kuştin encama newekhevîya zayenda civakî ya herî giran û bi şewat e. Mijar ne ya ferdekî ye. Pisrgirêka civakê ye. Çareserî jî bi piştevaniya civakî gengaz e. Di sala 2024an de 315 Jin hat kuştin.248 Jin bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Diyar e ku hejmarên fermî daneyên rast nîşan nadin. Em dizanin ku sûcdarên mêr li pişt mirinên gumanbar ên jinan in, ku di salên dawî de wekî xwekuştin têne destnîşan kirin.
 
Em ê Têkoşîna Xwe ya Aştiyê ya li Dijî Şidetê Civakî Bikin!
 
Em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku di 27ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, ji têkoşîna azadiya jinê ya ku em li dijî sîstema serweriya mêr didin, cuda nabînin. Ji ber ku em dizanin şer, li vê erdnîgariyê herî zêde jiyana jinan û zarokan hilweşand. Bi hezaran jinên Kurd hatin qetilkirin, îşkence dîtin, bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin; mîlîtarîzma ku hat gurkirin, bedena jinê, ked û nasnameya wê kir hedef.
 
Bi polîtîkayên şerê taybet hat xwestin ku jin ji nasname, bawerî û jiyana xwe bên qutkirin. Sûcên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kirin bêceza hatin hiştin; kuştinên kiryar nediyar ên serdemên tarî jî îro li ser nasnameya jinê tên nûjenkirin. Em hîn jî aqûbeta Gulistan Dokuyê dipirsin, em diqîrin ka çi bi Rojin Kabaişê bû. Em faîlê Îpek Er Musa Orhan jî dişopînin. Em qebûl nakin ku kuştina Narîn Gûran di tarîtîyê de bimîne.Narîn bûye sembola çawa mafê jiyanê yê zarokan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, sîstemek ku tê de xizanî û bêcezatî bi hev re ne.Kuştina dayikekê û her du zarokên wê li navçeya Beşîrî ya Êlihê, ji ber hişmendiya mêrane, bi awayê herî berbiçav nîşan dide ka civak çawa bi hişmendiya mêrane ve tê teşe kirin.
 
Wek jin, divê em li dijî polîtîkayên kuştina jinan dest bi pêşxistina polîtîkayên di du aliyan de bikin.
 
Di serî de saziyên jinan li Tirkiyê û tevahiyê saziyên Kurdistanê yên xebat dimeşînin divê ev hem mafê her jinê hem jî peywira wan be.
 
Divê ev wek mafek meşrû bê dîtin ji hêla jinan ve wek mafê jiyanê bê qebûlkirin.
 
 
Komun Xweparastina Herî Bingehîn e!
 
Hevîrê van axan bi rêxistinbûna komunê û felsefeya jiyana azadîxwaz girtiye. Civakê bi vê hişmendiyê xwe ava kir, pîvanên jiyaneke wekhev û azad afirand. Em dizanin ku îro li hemberî hemû êrîşên li ser van nirxan, riya xweparastinê û azadkirinê dîsa rêxistinbûna komunê ye. Bi wê hişmendiyê ku bi nirxên azadiyê yên komunal mimkun e hemû xerakirinên ji aliyê zayendperestî, olperestî, neteweperestî û zanistperestiyê ve hatine afirandin bên derbaskirin, em ê zêdetir xwe rêxistin bikin, parastina xwe û mafê xwe yê jiyanê li dora komunê ava bikin. Riya aştiyê jî û tovê jiyana azad jî dê di nav vê yekîtiya nirxan de hebin.
 
Em Bi Hêvî ne!
 
Têkoşîna me ya azadiya jinê ya ku ji nîv sedsalê zêdetir e dewam dike, bi dayîna bedelên mezin gihîştiye van rojan. Lê belê me dev jê berneda, me paşde gav neavêt. Ji ber ku em jin herî baş dizanin ku bi têkoşînê çi tişt dikarin bên bidestxistin. Em li hemberî polîtîkayên sîstema serweriya mêr ên ku dixwestin me tine bikin, bi hezaran salan bi klaman, lorîkan, hêrsê, hêviyê, baweriyê li ber xwe didin û gihîştin îro.
 
Em vê 25ê Mijdarê jî ji aliyekî ve bi hêrsa jinên hatine qetilkirin, ji aliyê din ve bi hêviya avakirina aştiyê ya ku li erdnîgariya me serwer e, pêşwazî dikin.
 
Rêya me ya meşê, têkoşîna me ya dayînê heye! Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, gotinê mezin bikin û ronesansa jinê di jiyanê de pêk bînin.
 
Bijî Têkoşîna Jinê! ?Jin Jiyan Azadî! "