‘Bi civaka aştî û demokratîk re jin azad dibin’

  • 18:50 9 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AGIRÎ –Li Agiriyê starda çalakiyên 25’ê mijdarê hat dayîn û peyama bi civaka aştî û demokratîk wê jin azad bibin hat dayîn.
 
Li Agiriyê bi pêşengiyaTevgera  Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî starga çalakiyan hat dayîn.  Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Parlamentera Agiriyê Necla Demîr û gelek jin tevli starta li ber avahiya DEM Partiyê hat dayîn bûn.  Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Dîlan Başboga ve hat xwendin.
 
Dîlan Başboga da zanîn ku jin bi zîhniyeta serdest ya mêr hepsê malê tên kirin û got: “Nasnameya jinan bi hezaran salane tê binpêkirin û her roj bi sedan jin tên qetilkirin. Ev tiştên tên jiyîn birînên mezin vedike. Bi banga Birêz Ocalan re pêvajoya hatiye destpêkirin em ji têkoşîna li dijî tundiya ser mêr cuda nabînin.” Di daxuyaniyê de peyama bi civaka aştî û demokratîk re wê jin azad bibin hat dayîn.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.