
Li Şirnexê xweza tê talankirin
- 09:06 6 Hezîran 2025
- Ekolojî
Gülistan Gülmüş
ŞIRNEX-M.C. teqez kir ku wêrankirina xwezayê li Şirnexê bûye sedema wêrankirineke mezin a xwezayê û koçberiyê û pirsî çima çapemeniya cîhanî û platformên ekolojiyê yên cîhanî li hember vê wêrankirinê bêdeng dimînin.
Bi salan e xweza li Şirnexê bi hincetên "ewlehiya leşkerî" û "lêgerîna petrolê" bi wêraniyeke mezin re rû bi rû ye. Şirnex, ku bi ekosîstemên xwe yên cûrbecûr tê nasîn, bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû maye. Wêrankirina ekolojîk a ku di 4 salên dawî de bi taybetî li çiyayên Cûdî û Gabar û herêmên Besta dest pê kiriye, bi "sedemên" wekhev berdewam dike û xweza bi rastî jî tê qirkirin. Li şûna darên ku li herêmên hatin qirkirin, keleh û rê têne çêkirin, qadên daristanan bi tevahî vediguherin çolan. Li gel wêrankirina ekolojîk, jiyana hemû zindiyên li herêmê jî di bin gefê de ye û heywan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Li Gabarê dar bi navê petrolê têne birîn, li Cûdiyê jî ji ber kanên komirê qadên daristanan bi rastî jî tên tunekirin.
M.C. li ser komkujiya ku bi salan e li Şirnexê diqewime û daxwazên xelkê herêmê ji ajansa me re axivî.
Komkujiyên di bin navê 'Ewlekariya Leşkerî' de tên rewakirin
M.C. pêşî li ser "sedemên" komkujiya li vir parve kir. M.C got, "Ez 24 salî me, heta ku ez dikarim bibîr bînim li Gabar û Cûdiyê şewatên daristanan hene. Daristanên li vir bi zanebûn bi piştgiriya helîkopteran dihatin şewitandin. Her kesî ev digot, lê kesî nikarîbû tiştek bikira. Lêgerîna petrolê paşê wekî hincet hate nîşandan. Armanca sereke li vir ew bû ku komkujiyê di bin navê lêgerîna petrolê de rewa bikin."
'Welatî bi zorê hatin derxistin, kalekok hatin çêkirin'
M.C. destnîşan kir ku wêrankirina li vir bi her awayî bandorek neyînî li ser jiyanê kiriye, ji ber vê nexweşiyên kronîk jî çêdibên û wiha pê de çû:"
Ji dema ku wêrankirina xwezayî dest pê kiriye, veguhastina daran pir zêde bûye. Dema ku ev der bi berdewamî têne kolandin û xweza tê wêrankirin, ji ber çolbûnê qirêjiya hewayê ya awarte heye. Ev yek bandorek pir xirab li ser mirovên li vir dike. Nexweşiyeke min a kronîk heye. Ez dermankirina kemoterapiyê digirim. Ez li vir li derve qet nikarim nefes bigirim. Kesên ku li vir çandiniya çiyayan dikirin bi zorê hatin derxistin û kalekol hat çêkirin. Bi vî awayî, kesên ku li vir dihatin zozanan dikirin an karên xwe berdan an jî koç kirin. Ev mirov 40-50 sal in tên zozanan û karekî din tune ku ew bikin. Du malbat hene ku bi berdewamî bi dewletê re hevkariyê dikin. Malbatek malbateke Tirkmen e ku xwedî dîrokek dirêj e, Tatarên ku hatine da ku gelê Şirnexê asîmîle bikin îhaleya van deran qezenc kirine, navên wan di îhaleyê de têne gotin. Van îhaleyan didin yên din û daran li wir dibirin."
'Em li ser axa xwe azadiyê dixwazin'
M.C., ku dixwaze hilweşandin di zûtirîn demê de biqede û ji nû ve dar bên çandin, ev bang kir: "Ez dixwazim ev hilweşandin tavilê were rawestandin. Pêşî, nasnameyên kesên ku hewl didin ji ser rantê qezenc bikin werin eşkerekirin û li dijî wan giliyên sûc werin vekirin. Ji ber ku ev bûyerek mezin e ku divê di çapemeniya cîhanê de were nîşandan. Ji ber ku cihêrengiya ekolojîk a ku li vir tê hilweşandin bêhejmar e. Divê hemû berpirsiyarên li vir yek bi yek werin destnîşankirin û lêpirsîn were destpêkirin. Dûv re, piştî ku ev hilweşandin were rawestandin, divê li Çiyayên Gabar û li seranserê Şirnexê dar dîsa werin çandin. Em bi salan e bi mirin û qirkirinan rû bi rû dimînin, dîroka me ji me hatiye standin, nasnameya me ji me hatiye bêparkirin. Ji her alî ve em di bin êrîşê de ne. Xwezaya me, qada jiyanê, rojên me yên pêşerojê ji me digirin. Çawa ku wan ji me rabirdûya me bêpar hiştin, niha jî hewl didin ku pêşeroja me ji me bistînin. Ew dixwazin nasnameya Kurd, xwezaya Kurd û her tiştê bi Kurdan ve girêdayî tune bikin. Em vê naxwazin. Em li ser axa xwe azadiyê dixwazin. Ez dixwazim siberojek me hebe.”