Ji islahata şarkê ber bi ferzkirina îskanê ve

  • 09:05 14 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta krîzên modernîteya ku nasnameya Kurd pê re hatiye rû hev, bi berfirehî nirxandinan dike û diyar dike ku ev pêvajoya polîtîk ne tenê girêdayê Tirkiyeyê, girêdayê siyaseta herêm û cîhanê ye.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên li Îmraliyê pêşkêş kir de, der barê nasnameya dîrokî ya Kurdan, veguherînên siyasî yên dema komarê de hatine jiyîn û bandora netew-dewletê ya li ser civaka Kurd de tespîtên girîng dike. Abdullah Ocalan statuya ku Kurdan piştî Osmaniyan winda kiriye, asîmîlasyona di avakirina netew-dewletê de hatiye jiyîn û di vê pêvajoyê de tevgerên netewî yên Kurd bi analîzên polîtîk û belgeyên dîrokî şîrove kir.
 
Ji sedemên rast yên li pişt serhildanên Kurdan, ji peymanên navbera Îngîlîstan û Tirkiyeyê; ji geşedanên li Îran û Iraqê, heta krîzên modernîteyê ya nasnameya Kurd pê re hatiye rû hev nirxadinên berfireh dike. Abdullah Ocalan diyar dike ku ev pêvajoya polîtîk, tenê Tirkiyeyê eleqeder nake, têkildarî siyaseta herêm û cîhanê ye.
 
Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de der barê polîtîkayên dema komarê û statuya dîroka Kurdan de nirxadinên berfireh dike. Abdullah Ocalan diyar dike ku di pêvajoya dîroke de Kurd, ne  ji statuya Ereban û ne jî ji statuya Tirkan şûnde nebûn û têkçûn bi sedsala 19’an dest pê kiriye. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Piştî dema Beylixan derbas bû, yên mane, wek gel ji bo Kurdan daxwaza statuyekê nekirine û heta ketine nav helwestên neyînî, ji statuya otonomî ya kevneşopî jî dest berdane, di esasa hevkariyê de ji bo berjewendiyên xwe model pêş xistine. Bêguman ev di asta dildariyê de neketine statuya nû.”
 
Cureyê hevkariya bi xeter
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku şertên sedsala16’an êdî ne derbasdar e û Kurdan serhildan pêk anîne, li dijî hewldanên dewletê sekinîne lê ji ber şertên demê û çînan, bi ser neketine. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Piştî vê têkçûnê çandeke hevkariyê ya bi xeter pêş ketiye. Netew-dewletan jî ev baş nirxandine. Ji ser civaka Kurd, rejîma binpêkirin û zextê meşandine û ev wek alavên herî bi bandor û xeter bi kar anîne.”
 
Têgeha Levîathan
 
Yek ji nokteya din a ku Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de balê dikşîne ser, divê  bi îdeolojiya komarê re xeteke îtîhat û terakkî bihata dîtin û li gorî wî koka înkar û îmhayê ya li hember tevgera Kurd di vê newekheviya îdeolojîk de ye. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo rastiya Mustafa Kemal û rastiya faşîst a Tirkên Spî ya CHP’ê û Îtîhat û Terakî rast bê nirxandin. Ev gelek girîng e. Komploya di 1925’an de li hember Kurdan pêş ket ji qirkirina 1915’an a Ermeniyan hîn berfirehtir bû.” Li gorî wî ev modekele ku Hîtler di pêkanînên li hember Yahudiyan pêk aniye de referans girtiye. Ji ser têgeha ‘Levîathan’ pergala modernîteya kapîtalîst û netew-dewletê bi faşîzmê re girê da.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku tecrubeya desthilatdariya Tirk a Jon vê şênberbûnê temsîl dike û nirxên gerdûnî dihewîne û divê bi taybet li ser vê bê sekinandin. Abdullah Ocalan li dijî nirxandinên wek ku ‘serhildanên Kurdan ên navbera 1925-1940’î hewldanên paşverû ne’ derdikeve û diyar dike ku ev tevger di esasê de têkoşîna hebûn û nasnameyê ne. Abdullah Ocalan diyar dike ku Kurd bi awayekî aktîf tevli pêvajoya avabûna komarê bûne û komar ne tenê komara Tirk, hemû etnîk esas girtiye û ava bûye.
 
Tifaqa Îngîlîz û Tirkan
 
Abdullah Ocalan pêşketina faşîzma li Komara Tirkiyeyê, dişîne rejîmên faşîst yên demî yên Ewropayê û diyar dike ku pêkanînên li hember Kurdan asîmîlasyonîst û qirker in. Serhildanên bê amadekarî, bê plansaziya stratejîk bi ser neketin. Abdullah Ocalan wiha dibêje : “Ji Islahata Şarkê ya 1925’an bigirin heta Qanûnên Îskanê yên ferzkirî, planên pêk hatine, bi armanca tunekirina hebûna Kurdan hatiye kirin. Bi xêzkirina xeta Iraq- Tirkiyeyê geşedana herî neyînî ya parçebûna Kurdistanê bû. Bi armanca pêşî li tevgera netewî ya Kurd bigirin ev sînor, ji ser tifaqa Îngîlistan û Tirkiyeyê ve wek tasfiyekirina Kurdan hat kirin.”
 
Giranbûna krîza nasnameyê
 
Abdullah Ocalan balê dikşîne ser pêvajoyên bi vî rengî yên li Îranê jî û wiha dibêje: “Tevgera Sîmko û komara Kurd a Mahabatê bi van tifaqên navneteweyî hatin tasfiyekirin. Dema navbera du şerên cîhanê de, dema ku tevgera Kurd pêş diket bû. Lê van polîtîkayên asîmîlasyonîst û operasyonan ev şand ji holê ra kir. Pêşneketina burjuvaya Kurd û çîna entelektuel jî ji ber vê pêvajoyê neyînî bandor bûye.”
 
Kurdan rastiya faşîst a modernîteyê nas nedikir
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku salên 1970’ê de îdealên navbera kurdan de qels bûne û têgeha ‘Kurdistana mêtînger’ yekem car ketiye rojevê û dibêje di vê pêvajoyê de Hakî Karer rolek bi bandor lîstiye û tevger di asta vejîna nû de bû. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Kurdan rastiya faşîzma modernîteya kapîtalîst nas nedikir… Bi hiqûqa hevpar a dewletê û ya gelên cîran tevdigeriyan.” Abdullah Ocalan bi van gotinan careke din înkara Kurdan û derketina PKK’ê çima girîng e vedibêje.