Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me

  • 11:19 14 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim têkildarî pêvajoya nû got: “Erk û berpirsyartî dikeve ser milên me.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê yekê PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’yemîn Kongreya xwe li dar xist. Danezana kongreyê di 12’yê Gulanê de hate aşkerakirin û hate ragihandin ku PKK’ê xwe fesix kiriye. 
 
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), axaftinên di kongreyê de hatine kirin diweşîne. Li gorî nûçeya ANF’ê; Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim di kongreyê de anî ziman ku Abdullah Ocalan demekî dirêj e dixwaze PKK’ê nû bike. Ayten Dêrsim, gotina Abdullah Ocalan a “Yên xwe nû nekin hin kesên din wan nû dikin û yên xwe neguherînin tên guherandin” bi bîr xist û got: “Rêbertî dema ku demokrasî pênase kir ev yek got û dibêje, 'Demokrasî bi dînamîkê xwe yê cewherî, hêz û hişmendiyê bi pêş dikeve'. Lewma dest li PKK'ê werdide, diyar dike ku PKK'ê rola xwe temam kiriye, bûye malê dîrokê û li ser vê dîrokê xwe jinûve ava bike, bi hêza xwe û dînamîka xwe êdî divê civakî bibe.”
 
Ayten Dêrsim, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Rêbertî cewhera PKK'ê her tim weke jin pênase kir. Me jî hewl dan bi vê cewherê xwe ava bikin. Weke jinekê me dît ku eger PKK bi temamî li gorî felsefe, îdeolojî û stratejiya Rêbertî nekarî bimeşe, weke jinekê di vir de para min jî heye. Ji ber ku Rêbertî her tim mîsyonek danî pêşiya jinê. Li gel mîsyonê her wiha kûrahiya îdeolojîk û dilsoziya bi azadiyê re danî pêşiya jinê. Ji ber ku timî ev yek got, 'Ne tenê li benda guherîna yê li hember bisekine, divê hûn xwedî wê hêzê bin ku wî biguherîne'. Ji bo PKK'ê jî dema ku dibêje 'Dema xwe temam kir', ez bi vî rengî fêhm dikim. Weke ku Rêbertî dibêje, 'Dîrok di roja me de veşartî ye, em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne'. Dîrok hebûneke zindî ye. PKK bi xwe jî hebûneke zindî ye. Ne tenê naveke, ew felsefeyeke, îdeolojiyeke, pîvaneke jiyanê ye. Wê hebûna xwe afirand. Lewma dema ku Rêbertî dibêje hebûnek temam kir, ez bi wî rengî fêhm dikim. Yanî PKK bû malê civakê. Aliyên xwe yên kêmmayî hene, aliyên wê yên rêxistinî ne, rêbaza wê ye, nirxandina wê ye, nêrîna wê ye, mezinkirina wê ye.” 
 
Ayten Dêrsim, got: “Lewma PKK çandeke, exlaq afirand. Hişmendî, hebûn afirand. Divê em vê hebûnê ava bikin. Dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan, rastiya şehîdan, nirxên hatin afirandin, asta hate bidestxistin, mayindekirina van hemûyan bi fêhmkirina wê dibe. Çanda sosyalîst a ku Rêbertî destnîşan kir, çandeke demokratîk e. Rêveberiya ku Rêbertî destnîşan kiriye jiyaneke komunal e. Yekbûneke kolektîf e. Naskirina îradeya hev e. Mezinkirina hev e. Bêguman hîn kûr e.”