ÎHD'a Amedê 18'emîn kongreya xwe pêk anî

  • 13:36 18 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Amedê 18emîn kongereya ya asayî pêk anî. ÎHDê kongre bi şîyara “Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna aştî û demokrasiyê da jiyana xwe dest danê” li dar xist.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê li Çand Amedê 18emîn kongereya xwe ya asayî li dar xist. ÎHDê kongre diyarî kesên ku di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe dest dane kir. Di kongerê de endam û rêveberên ÎHDê, Hevserokên giştî yên ÎHD Eren Keskîn, Huseyîn Kuçukbalaban, Parlementerên DEM Partiyê, Aktivîstê TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, nûnerên saziyên civakî û gelek kes amade bûn. Di salonê de pankarta “Ji bo herkesî Aştî, Jin Jiyan Azadî, Li dijî kedxwariya zayendî, jin li ber xwe didin, Mafê zarokan mafê mirovan in, Bê şert û merc aştî niha”, wêneyên ku din binçav de hatine windakirin û wêneyên ku kesên di komkujiya Roboskiyê de hatin kuştin bi nivîsa “Em komkujiya Roboskiyê jibîrnakin û nahelin jibîrkirin” hatin vekirin.
 
Kongreyê ji bo kesên ku di rêya demokrasiyê de jiyana xwe dest danê bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘Mafê mirovan bi destê polîs û leşkeran tê binpêkirin’ 
 
Ewilî Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku kesên ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyane bûnê pêşengên wan û got: “ÎHD li dijî qedexe û xeteriyên di komarê de pêş ketin hat avakirin. Piştî avakirina komarê gelê Kurd rastî tundiyê hat. Navê cihên dîrokî guherandin. Gundên Kurdan şewitandin. Politîkayên bişaftinê pêş xistin. Di salên 90î de tundî zêde bû. Heta îro berdewam dike. Di daneya me de jî me dît ku mafê mirovan bi destê polis û leşkeran tê binpêkirin. Em îro ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêvî ne. Divê mafê gelê Kurd bi awayekî fermî bê naskirin. Em mafê kesên ku mafê wan bi destê dewletê hatiye binpêkirin, diparêzin.”
 
‘Li ku agir hebe em ê li wir bin’
 
Paşê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî axivî û anî ziman ku dîsa pirsgirêka Kurd li çareseriyê digere û got: “ÎHD li dijî girtîgehan avabû. ÎHDe 29 sal in di her aliyan de xebatan dimeşînê. Me got li ku derê agir hebe em ê li vir bin. Bi salan e ev agir erdnigariya Kurdistanê dişewitîne. Em jî li vir in. Dewleta Tirk heta niha digot pirsgirêka gelê Kurd tune. Ku tune be çima diçim serê çiyê? Em dibejîn pirsgirêka Kurd peymana Lozanê, Koçgiriyê, Dêrsim e Zilan e girtîgeha Amedê û tayînkirina qeyûman e.
 
‘Divê dewlet rêya çareseriyê aşkerê bikê’
 
Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku dewlet ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve divê zagon bên guhertin û wiha berdewam kir: “Dewletê heta niha bi hinceta ‘di destê wan de çek heye’ mafê kurdan nedida wan. Birêz Abdullah Ocalan bi biryareke radîqal hinceta dewletê ji holê rakir û çareseriyê danî pêşiya dewletê. Divê Lijneya aştî û Civaka Demokratîk bê avakirin. Divê kesên çekê berdin ewlehiya wan bê parastin. Divê dewlet rêya çareseriyê aşkeri biki. Mafê hêviyê pêk bê. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û hemû girtî ji mafê hevîyê û siyasî sûdê bigirin. 4 hezar girtî nikarin sûdê ji mafê hevîyê bigirin.”
 
Di kongreyê de peyamên Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli hat xwendin. Kongere bi temaşekirina sînevizyonê berdewam kir.
 
‘Ji bo aştiyê xebatên me berdewam bike’
 
Hevşarêdarê bajarê mezin ê Amedê Dogan Hatun jî axivî û bal kişand ser xebatên şaredariyê û got: “Divê herkes ji bo aştiyê têbikoşê, aştî ji bo herkesî pêwist e.”
 
Kongere bi pêşniyar û axaftinan berdewam dike.