
ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 19 Gulan 2025
- Rojev
*Abdullah Ocalan eşkere dike ku bi manîpulasyonên hegemonîk ên li ser pirsgirêka Kurd xitimandinên siyasî yên li Rojhilata Navîn kûrtir dibin. Abdullah Ocalan nêzîkatiyeke çareseriya radîkal ku ji pêvajoya sûbjektîfkirina gelê Kurd bigire heta modela neteweya demokratîk derdixe pêş.
DOSYA
*Zoya El Ef ya tevli kongreya NADA'yê bû, diyar kir ku jin li Afganîstanê pirsgirêka hebûn û xelayê dijîn û got: “Em nikarin destûrê bidin bêdengkirina jinan. Divê em hewl bidin ku jin bên dîtin.” DÎMEN HEYE
*Hebûn Eker ku tundî li Seda Eker a pê re di asta destberdanê bû kir û tehîda mirinê kir bi biryara dadgehê li mala ku Seda Eker dijî xistin bin hepsa malê. Seda Eker bertek nîşanê biryarê da û got: “Ji bo girtina gumanbar divê ez bimiriim?” DÎMEN HEYE
*Tahliyeya 5 girtiyên li girtîgeha Jinan a Sîncanê ku girtî ne ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ve bi awayekî sîstematîk û hincetên kêfî tê astengkirin.