
Xizmên gûmanbar Baroya Şirnexê û ajansa me tehdît kirin
- 14:09 19 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gumanbar Muammer Ugur ji ber sûcê destdirêjiya li 4 zarokan 82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Piştî vê yekê xizmên kiryar bi telefonê geriyan û parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û ajansa me tehdît kirin.
Di 16’ê Gûlanê de danişîna doza biryarê ya mamosteyê gumanbar Muammer Ugur ku ji ber sûcê “destdirêjiya sîstematîk a hember zarokan” hat darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin.
82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê
Di doza biryarê de dadgehê ji ber êrîşa zayendî li dijî zarokan bi giştî 82 sal û 6 meh cezayê hepse da. Ji ber sûcê “Ji azadiyê bêpar hiştiye” jî biryara beraetê da.
Ji komisyona baroyê re gef
Hat zanîn ku piştî biryarê xizmên kiryar, parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê tehdît kiriye. Komîsyon li ser gefên hatin xwarin têkildarî xizmên gûmanbar de di 16’ê Gûlanê de bi sûcê “gef û heqaretê” de serlêdana gilî kir.
Ji ajansa me re jî gef
Ji aliyê din ve di 17’ê Gulanê de kesê bi navê D. ku xwe weke “Şêwirmendê Malbatê” da nasîn bi rêya telefonê li ajansa me geriya û îdia kir ku bûyer rastiyê nîşan nade û êrîşa zayendî “derew e”. Heman kesî gef li ajansa me xwar û xwest nûçe bê guhertin.