Li Kobanê komxebat hat lidarxistin

  • 16:24 19 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê di çarçoveya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komxebateke hevbeş bi tevlîbûna PDKS’ê û gelek nûnerên Kurd ên Kantona Cizîrê hate lidarxistin.
 
Hewldanên yekîtiyê di navbera tevgerên siyasî yên Kurd ên li Sûriyê de her ku diçe xurttir dibe. Di çarçoveyê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurd ên Sûriyê (PDKS), li bajarê Kobanê komxebatek lidar xistin. Di komxebata ku li Salona Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin de, nûnerên Rêveberiya Xweser û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
 
Di komxebatê de Hevserokê Buroya Têkiliyên PYD’ê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Erebo axivî û diyar kir ku xebat li ser du armancên sereke pêk hatine: Avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî û yekitiyek li ser bingeha mafên rewa yên gelê Kurd e.
 
Erebo, destnîşan kir ku Kurd li herêmê aktorekî girîng e û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêwîstiya yekîtiya Kurdan anî ziman. Erebo, diyar kir ku yek ji pirensîpên bingehîn ên konferansê, mafên hemwelatîbûna wekhev a hemû Sûriyeyan û naskirina mafê gelê Kurd e. Her wiha diyar kir ku divê li dijî guhertinên demografîk û polîtîkayên dûrxistina gelên din bê derketin.
 
Piştre Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa, mafê axaftinê wergirt. Gêlo Îsa, behsa serdemên beriya şoreşê kir û bi bîr xist ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê ji bo Kurdan serdemeke nû destpê kir. Gêlo Îsa, da xuyakirin ku di sala 2012’yan de şoreşa Rojava destpê kir û diyar kir ku Kurd berê bi asîmîlasyon û qedexeyan re rû bi rû mabûn. Gêlo Îsa, destnîşan kir ku tevî vê yekê jî şoreşa xwe bi rêxistin kirin û li dijî her cure êrîşan li ber xwe dan.
 
Piştî axaftinan komxebat di çarçoveya van nîqaşan de bi dawî bû.