
Li Tetwanê destpêkek nû: Ber bi şaredartiya gel û ya jinê ve
- 09:05 20 Gulan 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr a ku dixwaze Tetwanê bike bajarê jinan, di banga xwe ya ji bo jinan de got, "Werin em nîzameke giştî ya li gorî pêkhateya civakî ya vî bajarî ava bikin. Werin em jinan zêdetir bidin xuyakirin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de bi rêjeya ji sedî 48.52'ê dengan, rêveberiya Şaredariya Tetwanê ya ku 2 serdeman di bin rêveberiya AKP'ê de ma bi dest xist. Li şaredariya di bin rêveberiya AKP'ê de ji bo jin û zarokan tu xebat nehat kirin, bi hatina DEM'ê ya li ser desthilatdariyê rengê jinê xuya kir.
Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemir di berdewamiya xebatên xwe ya bi îdiaya ku Tetwanê bikin cihê jinan, xebatên xwe yên li ser jinan ji roja ku hatine hilbijartin ve nirxand.
'Ji bo ku em bibin laiyiqî gelê xwe em dixebitin'
Belkîza Beştaş Epozdemir diyar kir ku dema li Tetwanê di hilbijartinên herêmî de hatin hilbijartin gel bi hêvî û coşeke mezin pêşwazî li wan kir û got ku gelê Tetwanê ji DEM Partiyê bi hêvî ye. Belkîza Beştaş Epozdemir got, "Zihniyeteke şaredariyê ya ku bi salan di bin desthilatdariya AKP'ê de bû hebû û vê rêveberiyê hem ji aliyê herêm û hem jî ji aliyê pêkhateya sosyolojîk ve zirareke mezin da bajêr. Tetwan bû bajarekî ku nasnameya xwe winda kiribû. Lê Tetwan bajarek e ku ji Marmarîs, Antalya, Alanya paşve bimîne û mirov dikare bibêje ku bi xwezaya xwe ji wan wêdetir e. Gel di çavên me de hêviyê dibîne. Ji bo ku em bibin laiyiqî gelê xwe, ev salek bi şev û roj em dixebitin."
‘Me hewl da ku di warê çandî de tevkariyê li Tetwanê bikin’
Belkîza Beştaş Epozdemir, diyar kir ku ji bo şaredariya ku ji sazîbûnê dûrketiye veguherînin saziyê dixebitin û got, "Me bi jin, ciwan û zarokên xwe re hewl da ku di warê çandî de tevkariyê li Tetwanê bikin. Di vê heyama salekê de ji bo ku karibin feraseta şaredariya gel bi cih bînin, me hewl da."
'Ji bo jin tevli jiyanê bibin me gavên girîng avêtin'
Belkîza Beştaş Epozdemîr, diyar kir ku dem hatiye ku li ser bingeha ku hatiye avakirin, projeyên nû bên avakirin û got, "Armanca me ew e ku di warê tûrîzmê de Tetwanê bi cîhanê bidin nasîn. Salek e me hewl da ku nêzîkatiya şaredariya civakî ava bikin. Bi jin, ciwan û zarokan re yekitiyeke çandî me ava kir. Ji bo tevlêbûna çalak a jinan di jiyanê de me gavên girîng avêtin."
‘Me piştgirî da gelek jinan’
Belkîza Beştaş Epozdemîr, diyar kir ku wan li her 22 taxan bi jinan re hevdîtin pêk anîn, bal kişand ser avakirina meclîsên jinan ên di encama van hevdîtinan de û got, "Di vê pêvajoyê de me guh da daxwazên jinan. Me Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Mizgîn ku 10 sal berê li cihên cuda girtî bû, ji nû ve vekir. Ji îstîsmara zayendî bigire heta penceşêrê di gelek mijaran de bi vê navendê me destek da ku jin pêdiviya wan pê heye.”
'Em ê di demeke nêz de kooperatîfeke jinan ava bikin'
Belkîza Beştaş Epozdemîr, anî ziman ku rêwitiya ku wan bi Navenda Şêwirmendiya Jinê re dest pê kiriye de di heman demê de xurtkirina jinan a di warê aborî de jî heye û got, "Em di demeke nêz de kooperatîfeke jinan ava dikin. Em ê bi rêya vê kooperatîfê berhemên herêmî yên wekî bacan û cureyên sebze yên din navdar ên Tetwanê . Bi vî rengî em ê hem di warê keda jinan de berhemên taybet ji raya giştî re bidin nasîn. Hem jî ji sebzeyê wekî bacan û herwekî din jî sûdê bigirin û bidin nasîn"
'Ez jinan vedixwînim ku bi hev re Tetwanek bi hêz ava bikin'
Belkîza Beştaş Epozdemîr bang li jinên Tetwanê kir û got, "Werin em bi hev re Tetwanê bi rê ve bibin. Werin em nîzameke giştî ya li gorî pêkhateya civakî ya vî bajarî ava bikin. Werin em jinan zêdetir bidin xuyakirin. Jinên Tetwanî bi hêz in, ez bawer dikim. Lê belê şerên psîkolojîk ên ku bi salan e li malê diqewimin, ji bo pêşîgirtina li jinan tê kirin. Ji bo ku van dîwaran bi hev re hilweşînin, çima Tetwan nebe bajarê jinan, ez vê yekê bi serbilindî dibêjim û we vedixwînim ku bi hev re Tetwanek bihêz ava bikin."