
Eniya jinê ya berxwedana nîvsedsalê (1)
- 09:11 20 Gulan 2025
- Dosya
Rêwîtiya jina kurd a ber bi azadiyê ve
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi civakbûna PKK’ê re rola jinê di têkoşînê de hem ji aliyê hejmarî hem jî bi zanebûnê mezin bû. Jinên Kurd li dijî zîhniyeta serdest a mêr qadeke nû vekir, têkoşîna azadiyê kûrtir kir û bû sembola rêxistina serbixwe ya jinan.
Li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 12'yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Encamên kongreyê jî 12'yê Gulana 2025'an de bi raya giştî re hat parvekirin. Di têkoşîna azadiya jinê de cihê PKK'ê bûye faktoreke girîng a veguhertina jinên Kurd di qadên civakî û siyasî de. Ji roja damezrandina PKK’ê heta niha azadiya jinê weke parçeyeke bingehîn a têkoşîna azadiyê ya giştî hatiye dîtin.
Têkoşîna azadiya jinê ya PKK’ê ji bo tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê bû xaleke girîng. Têkoşîna ku 50 sal in tê dayîn, ji bo hemû jinan bû tecrûbeyeke şênber. Jin di nav PKK'ê dê bûn lêgervanên heqîqet û azadiyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan armanc kir ku jinên azad biafirîne û hewldanên wî yên azadiyê êdî gav bi gav pêk dihat.
Di vê dosyaya xwe de me xwest em bal bikişînin ser mijarên wekî pêşketina dîrokî ya rêxistina jinan a di nava PKK'ê, Birdoziya Rizgariya Jin û bandorên wê, di nava PKK'ê de pêşeng û pêşengên jin, di nava PKK'ê de cihê artêşbûna jinê û têkiliya tevgerên jinan û azadiya jinê ya navneteweyî.
Tevlîbûna jinan
PKK'ê ku di 27'ê Mijdara 1978'an de hat avakirin, piranî rewşenbîr, karker û xwendekar tevlî dibûn. Yekemîn jina ku di sala 1974'an de tevlî PKK'ê bû Kesîre Yildirim bû. Piştre jî Sakîne Cansiz, Sakîne Karakoçan, Besê Anuş, Sultan Yavuz, Rahîme Kahraman, Hanim Yaverkaya, Sakîne Kirmizitoprak, Saîme Aşkin bû.
Di salên 1980’î de gelek jinan di qadên cuda yên têkoşînê de dest bi xebatê kirin. Di navbera salên 1981-1992’yan de ku pêşengiya artêşbûna jinê kirin, gelek jinên yekem ên tevlî vê hêzê bûn, jiyana xwe ji dest dan. Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di sala 1996'an de komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîs kir û li Dêrsimê çalakî pêk anî, weke pêşengeke şoreşger cihê xwe di dîroka jinên PKK'ê de girt. Zîlan di nameya ku li pey xwe hişt de bi gotina “Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke mezin û bi wate” bingeha fedakariya di nava tevgerê de ava kir.
Têkoşîna Sakîne Cansız
Sakîne Cansiz (Sara) ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê bi du hevalên xwe re hat qetilkirin. Sakine Cansiz yek ji endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê ya yekemîn bû. Dîroka jinê ya di nava PKK’ê de bi awayekî bûye dîroka Sakîne Cansiz. Abdullah Ocalan bi gotina, "Têkoşîna Sakîne têkoşîna azadiya jinê ye". Sakîne Cansiz yek ji kevirên bingehîn ên PKK'ê bû û hem bû şahid û hem jî pêşenga kêliyên dîrokî. Sakîne Cansiz di avakirina partî, artêş û rêxistinê de roleke pêşeng lîst û tevlîbûna gelek jinan a têkoşînê misoger kir. Weke kesayetek şoreşger ku bi biryar bû û xwe bi rêxistin kir, li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşiya û li ber xwe da.
Binevş Agal
Di salên 1990’î de di nava serhildêran de pêşengiyeke xurt a jinan hebû. Dema ku jinan di rêxistinbûn û pêşengiya serhildanan de roleke diyarker lîst, ya ku mohra xwe li serdemê hişt Binevş Agal (Bêrîvan) bû. Bi pêşengiya xwe ya di serhildanan de bersiva herî watedar da pêvajoyê. Têkoşîn bi girseyî û gel bûye. Mirov dest bi gotinê kir ku PKK ne tenê li çiya ye, li her derê ye. Hêzeke gel a leheng ku dibêje “PKK gel e, gel li vir e” derket holê.
Bingehê rêxistinbûna jinên Kurd
Di 3'yemîn Kongreya PKK'ê ya di sala 1986'an de pêk hat de, di Mijdara 1987'an de Partiya Karkerên Kurdistanê (YJWK) hat avakirin. Sala 1987'an bû sala ku ji destpêkê ve herî zêde analîzên jinan kûr bûne. Li Kurdistanê analîzên jin-malbatê pêşî di vê serdemê de pêş ketine. YJWK ji ber ku şert û mercên pêşketinê li hemû parçeyên Kurdistanê ne pêkan e, bi rêxistinkirina jinên Kurd ên li Ewropayê re sînordar e. Jinên li Ewropayê yekemîn rêxistina xwe ava kirin û xwedî li vê rêxistinbûnê derketin. YJWK'ê her çendî asta ku tê xwestin bi dest nexistibe jî, di derxistina yekemîn nasnameya rêxistinbûyî ya jinan a li Ewropayê û di domandina rêxistinbûna wê de rolek girîng lîst. Di nava têkoşîna PKK’ê de bingehê rêxistinbûna jinên Kurd ava kir.
Yekem car jinan meclîsa xwe hilbijart
Pêvajo êdî ber bi Yekîtîya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) ve çûbû. Damezrandina artêşa jinê binesaziya YAJK'ê ava kir. Di sala 1995’an de bingehek girîng hate avêtin û ezmûnek girîng hate bidestxistin. Kongreya YAJK'ê di Adara 1995'an de li ser vê zemîna saxlem pêk hat û nêzî 300-350 delege beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de yekem car jinan meclîsa xwe hilbijart. Vê yekê coş û kelecanek mezin di nava jinan de çêkir. YAJK’ê bi awayekî rasterast di bin banê Abdullah Ocalan de xebatên xwe ji nû ve pênase kir û xwe xist nava rêxistineke nû. YAJK bû nasnameya îdeolojîk û rêxistinî ya jinê.
Rêgez hatin aşkerekirin
Abdullah Ocalan rêgezên YAJK'ê weke welatparêzî, şerkerî, rêxistinî û têkoşeriyê ava kir. Di van esasan de nasnameya bîrdozî û rêxistinî ya YAJK’ê bi cih kir. Rêxistina YAJK’ê ji tecrubeyên artêşbûna jinê pêş ket. Bi YAJK’ê re hewl hat dayîn ku bi tevgerên jinan ên ji bo azadiya jinê di qada navneteweyî de têdikoşin re tifaq bên çêkirin û asta ku jinên Kurd gihaştiye bi jinên din re parve bikin.
Formule kirina Îdeolojiya Rizgariya Jinê
Piştî nameyên Sema Yuce ku di 17'ê Hezîrana 1998'an de bi çalakiya xwe ya jiyana xwe ji dest da, avabûna îdeolojîk a azadiya jinê derket pêş. Abdullah Ocalan ev yek weke Îdeolojiya Rizgariya Jinê formule kir. Di 8’ê Adara 1998’an de rêgezên bingehîn ên şoreşa civakî bi pêşengiya jinê bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê hate diyarkirin. Rêgezên bingehîn ên Îdeolojiya Rizgariya Jinê; welatparêzî, bi fikir û îradeya azad tevlîbûna jiyanê, rêxistinbûn, têkoşîn û estetîk. Di pratîkê de ev prensîb bi armancên azadiya jinê, guhertin-veguherîna mêr û veguhertina civakî hatin rastkirin.
Avabûna partiya jinan
Ji bo ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê bikeve pratîkê, di 8'ê Adara 1999'an de bi damezrandina Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê (PJKK) partiya jinan hat avakirin. Yekemîn partiya jinan bû destpêka bidestxistina perspektîfeke nû di pirskirina pergala şaristaniya serdest a mêr û hemû şêwe û pêkanînên wê de. Partiya jinê bi pêşketina têkoşînê re li gorî asta ronakbîrî û hişmendiya ku di civakê de derketiye holê, bi guhertinên naverok û formê yên cihêreng pêşketina xwe domand.
Berfirehkirina têkoşînê
PJKK'ê ku di sala 1999'an de hat damezrandin, di sala 2000'î de di 3'yemîn Kongreya Jinê de navê xwe guhert û kir PJA, bi armanca hîn bêhtir perspektîfa xwe ya rêxistinî û têkoşînê berfireh bike. Kongre kongreyek bû ku rê li ber Tevgera Jin vekir. Tevgera Azadiya Jinê bi organîzasyona Partiya Azadiya Jinê (PJA) berpirsyariya gerdûnî girtiye ser milê xwe û ji bo parvekirina tecrubeyên jina Kurd bi jinên netewên din re mijûl bûye.
Hêza pêşeng a îdeolojik
Di 5'emîn Kongreya Jinan a sala 2004’an de biryar hat girtin ku navê PJA’yê bibe Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK). PAJK'ê xwe berpirsyar dît ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê di hemû qadên rêxistinî de jiyanî bike û kadroyên xwe perwerde bike. Bi keda ku kir û bi mîsyona ku girt ser xwe, bû hêza pêşeng a îdeolojîk a Tevgera Azadiya Jinê. Abdullah Ocalan ji bo PAJK'ê got, "Partiyeke ku naveroka bîrdozî û felsefî çêbike û kadroyên vê bîrdozî û felsefeyê perwerde bike, ji bo têkoşîna azadiya jinê pêwîst e." Kadroyek ku ji bilî azadî û jiyana azad tu meyl û meyleke din a jiyanê tunebû pênase kir. Abudullah Ocalan diyar kir ku "Her ku jina azad pêş dikeve û kesayeta wê derdikeve holê, civaka azad ava dibe" û bi vî rengî teoriya "Azadiya civakê bi azadiya jinê pêk tê" eşkere kir. Di vê perspektîfê de cewhera PAJK'ê bi cih kir.
Avabûna rêxistina konfederal a jinan
Di 20’ê Nîsana 2005’an de di bin sîwana rêxistina Koma Jinên Bilind (KJB) de ku hem rêxistinên jinan ên ji çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li derveyî welat di nav xwe de digire, rêxistina konfederal a jinan hate avakirin. Modela rêxistinî ya KJB'ê ji rêxistinbûna bîrdozî, rêxistinên girseyî û birêxistinkirina qadên parastina rewa bi stratejiya veguherîna demokratîk pêk tê. KJB di qada bîrdozî de PAJK, di qada girseyî de YJA, di qada parastina rewa de YJA-Star û rêxistinên jinên ciwan cih digire.
Armanc xwe gihandina hemû jinên cîhanê...
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di sala 2014’an de bi armanca avakirina rêxistinbûyîna konfederal a demokratîk a jinên Kurdistanê, weke îfadeya şênber a rêxistina jinan a heyî hate îlankirin. Armanc dike ku bi armanca şoreşa jinê xwe bigihîne hemû jinên cîhanê. Bi amadekirina peymana civakî ya jinan, xebatên ji bo pêşxistina rêxistinên jinan li ser bingeha pîvanan pêk anî. Li dijî zîhniyeta hiyerarşîk-dewletparêz û hemû bandorên wê têkoşîna xwe esas digire. KJK’ê ku veguhertina zîhniyetê di eksena têkoşîna xwe de cih girtiye, di gihandina Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya li ser tevna civakî û di demokratîkkirina civakê de bi xwerêxistinkirina jinê re rol û mîsyon daye xwe. KJK xwe ji afirandin û pêkanîna siyaseta yekîtiya neteweyî ya demokratîk li ser esasê rêxistina konfederal a demokratîk a jinan berpirsyar dibîne.