Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya îqtîdarê ye

  • 13:28 21 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED- Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê di daxuyaniya xwe ya têkildarî geşedanên pêvajoya dawî de, bal kişand ser gavneavêtina îqtîdarê û destnîşan kir ku êdî dora gavavêtinê ya îqtîdarê  ye û divê dest bidin hev û aştiyê bînin welat. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî geşedanên pêvajoya dawî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li ser navê Dayikên Aştiyê Havva Kîran axivî.
 
 ‘Divê îqtîdar  gavê bavêje ku gel bawer bike’
 
Havva Kîran, diyar kir ku divê îqtîdar ji bo pêvajoya nû ya ku hatiye destpêkirin gavan biavêje û ew jî wek Dayikên Aştiyê ji bo aştiya welat dê hertiştî bikin û wiha  got: “Ez spasiya her kesê ku ji bo aştiyê gav avêtine, dikim. Li ser navê hemû dayikên aştiyê em dibêjin bila balafirên şer rawestin ku ji bo rondikên çavên dayikan bisekinin. Kes naxwaze êdî kesek jî jiyana xwe ji dest bide. Di vê pêvajoya aşitiyê de ku em tê de ne, dewleta Tirk hîna jî gavek nevavêtiye. Dibe ku gav ne yekalî bin. Ez jî bang dewletên din dikim: 'Pêvajoyek bi dewleta tirk hat destpêkirin û ew hewce ne ku tevahiya mirovan bi vê pêvajoyê bidin bawerkirin.' Divê mirov bawer bikin. Ez bang li hemû dayikan û mirovan dikim; werin destên xwe dirêjî Dayikên Aştiyê bikin. Em aştî û azadiyê dixwazin."