
Jinan ji spora sibehê hezkir
- 12:57 23 Gulan 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED -Pisporên sporê yên di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşînin, ji bo jinên derfetên wan nîn e da ku sporek bi rêk û pêk bikin, di danê sibehan de li 5 parkan xebat dabûn dest pê kirin gelekî balê dikişine.
Jin eleqeyeke mezin nîşanî aktîvîteyên spora serê sibehê ya ku pisporên sporê yên Gerînendetiya Ciwan û Sporê ya şaredariya Peyasê dabû dest pêkirin didin.
Bernameya di 2'ê Gulanê de hatibû destpê kirin, hefteyê 5 rojan di navbera 06.30 û 08.30'an de li Parka Rojava, Parka 75’an, Parka Sporê, Park Orman û Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê, bi perwerdekarên xwedî tecrube tên dayîn, berdewam dike.
Di daxuyaniya ku ji aliyê şaredariyê ve hat kirin de, wiha hat gotin “Armanca wan ew e jin hem di warê fîzîkî û hem jî di warê civakî de ji bo ji spora serê sibehê hêzbikin, tev digerin. Bi vî awayî beşdarên ku tevlî aktîvîteyên sporê yên di saetên serê sibehê de tên kirin dibin, rê ji wan re vedike ku bi awayekî jindî, çalak û tendurist dest bi jiyana rojane bikin.”