
SOZDER Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên berfireh pîroz kir
- 16:03 23 Gulan 2025
- Çand û Huner
AMED -Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî “SOZDER” bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên balkêş li dar xist. Armanca sereke ya van çalakiyan bilindkirina hişyariya zimanî û daxwaza statuya fermî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bû.
Çalakiyên li bajaran
Di çarçoveya pîrozbahiyê de, SOZDER'ê pankart û belavokên bi sernivîsa “Statûya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û gotina nemir Celadet Elî Bedirxan, “An bi Kurdî Biaxivin an jî nebêjin em Kurdin in, 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!” amade kirin. Van pankart û belavokan ji aliyê rêveber û endamên SOZDER’ê ve li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Qoser, Dêrik, Şemrex,Nisêbîn û her wiha li bajarên Batman, Riha, Edene û Stenbolê hatin belavkirin. Belavok bi taybetî li sûk, bazar û nav esnafan hatin parvekirin da ku hişmendiya zimanî di nav civakê de bê zêdekirin û zimanê Kurdî bêtir bikeve rojevê.
Banga Hevserokên SOZDER’ê
Hevserokê SOZDER’ê, nivîskar Eyup Guven, di axaftineke xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û girîngiya parastina wê anî ziman. Guven got: “Zimanê me yê zikmakî, bi taybetî zaravayên Kurmancî û Zazakî, li Tirkiyeyê di bin xetereyeke mezin de ye.” Wî destnîşan kir ku gotina Celadet Elî Bedirxan ji bo wan bûye bingeh: “An bi Kurdî biaxivin an jî nebêjin em Kurdin!”
Hevseroka SOZDER’ê Gulîzar Seyhan jî bang li hemû Kurdan kir ku zimanê xwe di her qada jiyanê de bikar bînin û biparêzin. Wê her wiha diyar kir ku SOZDER ji roja damezrandina xwe ve xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk dimeşîne û wan wek rêveberî raportekê amade kiriye da ku hem endamên komeleyê hem jî raya giştî ji van xebatan agahdar bibe û pê re got. “Ev yek şefaftî û dilsoziya SOZDER’ê ya ji bo doza ziman nîşan dide. Em ê xebatên xwe yên zimanî di her warî de û di nava gel de bi gel re bimeşînin. Bi vê xebata me re ez bang raya giştî dikim ku teqez em bi zimanê xwe bidin û bistînin. Bila zimanê me bibe zimanê bazarê, zimanê dan û stendinê û zimanê siyasetê. Bi kurtasî zimanê jiyanê.”
Xebatên bênavber ji bo zimanê kurdî
SOZDER’ê ragihand ku ev çalakî ne tenê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de ne, lê ew ê her dem û di her şertî de ji bo parastin û geşkirina zimanê Kurdî xebatên xwe bidomînin. Guven tekez kir: “Em ê zimanê Kurdî bigihînin nava hemû beşên civakê, ji ber ku ziman nasnameya me ye û parastina wê erka me hemûyan e.”
Çalakiyên ku ji aliyê endamên SOZDER’ê ve bi coşeke mezin di nav gel de tên meşandin û banga wan a ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî, bi awayekî berfireh deng vedide. Ev çalakî, ku armanca wan bilindkirina hişyariya li ser girîngiya zimanê Kurdî û teşwîqkirina bikaranîna wê ye, ji aliyê kesên ku ji zimanê Kurdî hez dikin ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin û piştgirî didin van hewldanên wan.