
Li Amedê ‘hevdîtina keda jinê û çand û hunerê’
- 21:14 23 Gulan 2025
- Rojane
AMED – Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya ku di ‘Hevdîtina Keda Jinê û Çand û Hunerê ya ku şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de axivî da zanîn ku banga Abdullah Ocalan deriyên aştiyê heta dawî vedike.
Roja ewil a ‘Hevdîtina Keda Jinê û Çand û Hunerê’ ya ku ji aliyê serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat organîzekirin bidawî bû. Bi pêşengiya midûriyeta xizmetên jin û malbatê ve Atolya Boyaxkirina Kevir, ji aliyê Komeleya Çand,Huner û Wêjeyê ya jinan (KASED) ve jî atolyeya Kolajê pêk hat.
Hevşaredara bajarê mezin a Amedê Serra Bucak axivî û da zanîn ku ev hevdîtin encama fikr û hilberîna hevpar e û got gelek standên wan yên ku agahî jê bên girtin hene.
Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî axivî û got bername wê sê rojan bidome û her kes vexwendiyê bernameyê kir. Adalet Kaya wiha dirêjî dayê: “Keda jinê nayê dîtin. Ji ber vê ev bername watedare. Em jiyan û aştiyê ava dikin. Em têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin. Banga aştî û civaka demoratîk a Abdullah Ocalan heta dawiyê deriyên aştiyê vedike. Em aştiyê bînin ser vê axê.”
Piştî axaftinan Koma Tenbûr a KASEDJin û hunremend Eylul Naler konser dan. Bername bi govendê bidawî bû.