
Canan Çalagan: Em ji ronesansa jinan re amadekariyê dikin
- 09:04 24 Gulan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE- Endama MYK’ê Canan Çalagan ya di hevdîtinên Heyeta DEM Partiyê de cih digire wiha got: “Guhertin, ji rabûna pergaleke hezaran salî ya serdestya mêr, ji bo jinan jiyaneke wekhev û azad dihewîne. Em ji ronesansa jinan re amadekariyê dikin.”
Piştî banga "aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di daxuyaniya di 9’ê Gulanê de da diyar kir ku 12’emîn kongreya xwe pêk anîne û biryara feshkirinê dane. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi rêxistinên jinan, baskên jinan yên partiyên siyasî, sendîka, karkerên jin re hevdîtin kirin. Canan Çalagan ya di van hevdîtinan de cih girt, der barê rola jinan a di aştiyê de axivî.
‘Ji bo hemû cîhanê dînamîkek girînge’
Canan Çalagan da zanîn ku banga 27’ê Sibatê û encama kongreya PKK’ê ji bo avakirina jiyaneke nû gelek girînge û got: “Tecrîda li Îmraliyê didome. Abdullah ocalan ev di hevdîtina 23’ê cotmehê de gotibû. Gotibû ger şert û merc bê başkirin hêza min ya çarseriyê heye. Di 27’ê Sibatê de banga dîrokî hat kirin. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Ji bo bang bê fêmkirin me civînên xwe pêk anîn. Cîhan di krîzek giran de ye. Îro astek nû ya sêyemîn şerê cîhanê heye. Di astek wisa de Birêz Ocalan bang kir. Ji ber vê jî em bangeke girînge.”
‘Yên herî bi bandor dibin jinin’
Canan Çalagan wiha vegot: “Yên herî zêde ji şer bandor dibin jinin. Her wiha kirdeyên têkoşînê ne jî. Lêgerîna aştiyê ya jinan her tim berdewam kiriye. Ji bo çareseriyê jin her tim bûn kirdeyên damezrîner yên têkoşînê. Wek DEM Partî perspektîfa azadiya jinê ekolojîk û demokratîk me tîne gel hev. Em jin hem di siyaseta demorkatîk de hem partiya siyasÎ de hem jî di zemina rêxistibûna civakî xwe de rêxistinbûna xweser ava dikin."
‘Jin wê wek kirdeyên damezrîner cihê xwe bigirin’
Canan Çalagan daxuyakirin ku pêvajoya pêş pevajoya avakirina civaka demokratîke û wiha dirêjî dayê: “Guhertin, ji rabûna pergaleke hezaran salî ya serdestya mêr, ji bo jinan jiyaneke wekhev û azad dihewîne. Em ji ronesansa jinan re amadekariyê dikin. Birêz Ocalan di peyama 8’ê Adarê de ev îfade kiribû. Em ji ronesansek jinê re amadekariyê dikin. Heta îro gelek tecrubeyên me hebûn. Em ê pêvajoya nû rast fêm bikin û zemîna têkoşîn adeokratîk de bibin kirde. Di vê esasê de me hevdîtinên ‘bi hev re hûnandina aştiya civakî’ pêk anîn. Civîn bi hemû aliyan re hatin kirin. Armanca hevdîtinan eve ku îradeya jinê bibe kirdeya damezrîner ya pêvajoyê. Di partiyên siyasî de em xwedî rêxistibûneke xwser a jinê ne. Em xwedî perspektîfeke têkoşînê ne. Meclîsa me ya jinan heye, pergala hevsreokatiyê û nûneriya wekhev heye.”
‘Berdewama hevdîtinan girîng e’
Canan Çalagan balkişand ser berdewama hevdîtinan û got: “Ev pêvajo ne pêvajoya ku mêr tenê bimeşîne ye. Divê teqez jin jî di wê pêvajoyê de hebin. Me civînên girîng pêk anîn. Hevdû fêmkirin girînge. Hevdîtinên bi vî rengî wê bidomin.Komîsyona ku tê xwestin li meclîsê bê avakirin divê îradeya jinê jî têde hebe. Gotina jinê girÎnge. Der barê vêde jî wê xebatên me hebin. Pêvajoya pêş de jî wê debatên me hebin. Tu qadeke bê rêxistin wê nemîne.”