'Werin em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin'
- 20:18 24 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL/ENQERE - Înisiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, deklarasyona xwe ya ku daxwazên wan ji bo avakirina aştî û civakek demokratîk tê de hene eşkere kir.
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo ku daxwazên xwe yên ji bo civakek azad, wekhev û demokratîk û avakirina aştiyê bînin ziman, li Stenbol û Enqare daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "PKK di sala 1978'an de hat damezrandin û di 9'ê Gulana 2025'an de xwe fesih kir û çekên xwe danîn. Li ser vê yekê em dibihîsin ku gelek kesan gotiye: 'Aştiya çi, ma şer heye?' Em dipirsin: Eger şer nebe, çima ji %10î zêdetir budceya vî welatî, bi giştî trîlyonek û 608 milyar lire, ji bo şer û lêçûnên 'parastin û ewlehiyê' diçe? Ev welat çima ji tenduristiyê 1,5 qat zêdetir budceyê ji bo şer xerc dike? Tew mûçeya kêmtirîn di bin sînorê hejariyê de be? Çima tezkereya operasyona dersînor ji meclîsê re tê derxistin û du salan carekê tê nûkirin? Çima di her hilbijartinê de operasyoneke nû, kêşeyke nû ya bekayê tê rojevê? Heger ev şer ne li dijî Kurdan be, çima hûn dikarin li vî welatî bi gelek zimanan xizmetê bistînin lê bi Kurdî nikarin xizmetê bistînin? Çima hûn nikarin pê li bişkokekê bikin û peyamê bi Kurdî guhdarî bikin? Çima hûn dikarin bi Îngilîzî, Erebî, Almanî, Fransî, Îtalî perwerde bibînin lê Kurdî nikarin perwerde bibînin? Li vî welatî li navçeya Milazgira Mûşê jina bi navê Fatma Altinmakas ji aliyê birayê hevserê xwe ve rastî tecawizê hat û ji ber ku li midûriyeta polîsan îfadeya wê bi Kurdî nehat girtin wê nekarî xwe rave bikira û ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin. Ma ne polîtîkayeke şer e ku di qereqolê de kesek jî bi zimanê dayikê yê 15-20 milyon welatiyên vî welatî biaxive tunebe? Em dikarin vî şerê 52 salan paşguh bikin û pergalekê ava bikin ku rê li ber êş û azarên bi vî rengî dubare nebin? Em jin dizanin ku divê em bi vî awayî dest pê bikin ku tunehesibandinê nekin, tu kesî ji xwe kêm nebînin, êş, dîrok û zanîna yên li derveyê xwe kêmî yên xwe nebînin.
Îro gelek siyasetmedar dupat dikin ku divê dayik negirîn. Helbet naskirina êşa windakirina zarokekî pir girîng e. Em jin, zarokên me hebin jî û nebin jî, em naxwazin diya tu kesî – heta bav, bira, hezkirî, heval, rêheval – bigirî, lê em tiştekî jî ji bîr nakin: Me jinan me ev şer tenê wek dayik nekişand. Em weke jinên ciwan ên diçin dibistanê û hêzên taybet ji bo tacîzê li ber derî yan jî li ber dîwaran li benda wan in, weke rojnamevanên ku tên tehdîdkirin, weke yek ji aliyên şer, weke siyasetmedar, weke girtiyên ji ber fikrên xwe, weke mamoste yan jî akademîsyen, weke zarok, xwişk, heval, rêheval yan jî zarokê yekî ku hatiye windakirin an jî di girtîgehê de ye em vî şerî dijîn. Hêviya me ya aştiyê ne tenê ji ber dayikbûnê ye. Em jin wê aştiyê dixwazin ku em bikarin bi awayekî wekhev, azad, ji tundiyê dûr bijîn û li biryarên me rêz tê girtin.
Îro dibêjin çek hatine danîn. Lê hîna jî pergaleke hiqûqê ya rast bêhiqûqiyê - li ser bingeha şer heye. Tevahiya civakê, her cure îtîrazên civakî bi salan e di çarçoveya 'terorîzmê' de ye ku li ser esasê polîtîkaya şer hatiye avakirin. Şerê li dijî Kurdan bû zemîna ku amûr, rêbaz, zagon û rêyên çewisandina hiqûqê ji bo şikandina têkoşînên beşên cuda yên civakî li ser hatin îcadkirin. ‘Dema pêwîst be’ û bi qasî ku pêwîst be rêbazên betalkirina makeqanûnê, pêkanîna zagonên cuda li ser hev, girtina bi deh hezaran kesan tenê li ser îfadeyên şahidên veşartî, girtina wan a di girtîgehê de tevî ku parlementer bin jî, desteserkirina şaredariyê tevî ku di hilbijartinên herêmî de bi ser bikevin jî bi vî şerî hatin pêşxistin.
Em jin û LGBTI+ bi salan e di hawîrdoreke wisa de dijîn ku şer mêranî û şîdeta mêran xurt dike. Digel ku mêr jixwe destnedayîn in, unîformayên ku ji kuştin, destavêtin, destdirêjiya zarokan re, û jinan ber bi xwekuştinê ve dibin parêzbendiyek din çêdikin. Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er û yên wekî wî çawîş û tîmên taybet, ji ber ku temsîla bekaya dewletê dikin nakevin girtîgehê. Li bajarên ku bi çek, qereqol û kamerayan hatine dorpêçkirin, Gulîstan Doku, Narîn Guran û gelekên din tên windakirin û qetilkirin. Tehdîda tecawizê hem di zimên de û hem jî di çalakiyê de bi bedenên jinan veguheriye amûra feth, serketinê û şikandina dijmin. Şertê ku tê de şer tuneye divê bibe şertekî wisa ku tê de tehdîdkirina bi destavêtina kesên ku wek dijmin tê dîtin tunebe. Pergala ku ji xwe re şer esas digire, her tim hewcedarê dijmin e, her tim pêwîstiya xwe bi gefan heye, ku hebûna xwe ferz bike. Îro rejîma ku bi hevokekê ku ji devê zilamekî derket, kir ku Peymana Stenbolê bê fesihkirin, ev yek bi gotinên 'terorîzm', 'tehdîda ewlehiyê û 'divê em bi hêz bin hat rewakirin. Çi referandûm be, çi hilbijartin be, her ku sindoqek li ber me dihat danîn, yekem tişta ku ji me re hat gotin beka bû.
Eger siyaseta bekayê ya ku bi hinceta vî şerî bêdengî û îtaatiyê li ser me ferz dike bi dawî bibe, dem hatiye ku em bi dengê herî bilind daxwaz bikin û bi dengê herî bilind têbikoşin. Helbet derbarê hemû nediyaryan de fikarên me jî hene. Pirsên me yên bi vî rengî hene ku li benda bersivê ne; dewlet dê ji bo ku pêvajoyê ji bo welatiyan zelal û pêşbînîkirî bike gavan biavêje, çi tê plankirin, daxwaz û pirsgirêkên kesên ku azadiya wan bi şer û polîtîkayên ewlehiyê hatiye sînordarkirin, hemû beşên civakê yên ku hatine biçûkxistin û mafên wan hatine desteserkirin dê çawa bibin parçeyek ji pêvajoya demokratîkbûnê û ji bo lihevkirina civakî çi zemîna lihevhatina civakî dê bê avakirin. Em tu carî qebûl nakin ku gavên ber bi aştiyê ve bi şertê piştgirîkirina heza desthilatdariyê ya bêdawî ya partiyek siyasî were danîn. Rêya qebûlnekirina vê yekê ne bêdengî yan jî dûrketin e; rê ew e ku em ji bo demokrasî û serdestiya hiqûqê û aştiya rast, ya her kesî û mayînde têbikoşin.
Ji ber vê yekê em jinên ku ji bo aştiyê hatin gel hev, bi sê daxwazên lezgîn serî li hemû biryarderan, di serî de TBMM û desthilatê didin. Em bang li aliyên muxalefetê jî dikin ku hem ji bo bilindkirina van daxwazan û hem jî ji bo pêkanîna van daxwazan berpirsyariyê bigirin ser xwe:
1) Divê siyaset êdî neyê krîmînalîzekirin. Divê qanûnên ku bingeha vê yekê ne, wekî Qanûna Têkoşîna bi Terorê re bên rakirin û girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş bên berdan. Îro em bi rejîmeke cezayî ya neheq re rûbirû ne. Ev rejîma cezakirinê, ewlekariya desthilatê li ser ewlehiya jin, zarok û karkeran dibîne. Mêrê ku gefa kuştinê li jinekê dixwe, rojekê jî nakeve girtîgehê, lê belê weke mînak zilamê ku Serokkomar rexne dike, bi hinceta heqaretê bi mehan tê girtin. Bi qasî îtîbara Serokkomarî jiyana jinan nayê qîmetkirin. Parlamenter, serokên partiyên siyasî, rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, şaredar û hwd. di girtîgehan de tên rehîngirtin lê belê zilamên ku tundiyê li jinan dikin, ji her cure kêmkirina cezayan û efûyên pandemiyê sûd werdigirin. Ev pergala neheq a ku ji aliyekî ve li ser bêcezabûnê û li aliyê din jî li ser esasê cezakirinê ye, divê bê guhertin. Mirov dikare bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û AÎHMê demildest vê guhertinê bide destpêkirin. Divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û qanûnên bi vî rengî yên ku bûne amûra rawestandina hiqûqê, bêdengkirina her kesî, meşrûkirina îşkenceyê û wek çeka di destê hêzên siyasî de tê bikaranîn, ji holê bê rakirin, da ku yên di têkoşîna civakî de cih digirin, yên ku derdikevin kolanan û mafên xwe diparêzin, yên behsa aştiyê dikin û aştiyê diparêzin careke din neyên darizandin.
2) Divê demildest operasyonên dersînor, tetbîqatên herêma ewlekariya taybet û avakirina leşkerî bên rawestandin. Îro PKKê ragihand ku xwe fesih kiriye û çekên xwe daniye, lê 15 herêmên nav welat ji çûn û hatinê re hatine girtin. 10 sal berê kelehên ku di pêvajoya çareseriyê de hatin avakirin, avakirina komên leşkerî û bandora vê ya li ser jinên ku neçar man di bin çavsoriya mêrên çekdar de bijîn di bîra me de ye, em dibêjin ku divê ev yek dubare nebe. Ev yek ji bo şer aşitiyê jî dike amûr. Divê pêkanînên weke dibistanên ku li ser sînor kirin qereqol û baregehên leşkerî ava kirin, bi dawî bibin. Mirinên ji ber vê yekê jî, feqîrkirina tevahiya civakê ji ber budceya ku ji lêçûnên giştî tê veqetandin nayê pejirandin.
3) Divê hemû qeyûm bên vegerandin. Biryarnameya qanûnî ya bi hejmara 674an a ku bingehê tayînkirina qeyûman pêk tîne û bi hinceta Rewşa Awarte hat derxistin, divê bê betalkirin. Ev qeyûmên ku îradeya civakê û me jinan desteser dikin, şaredariyan dikin cihên ku jin nikarin têkevinê û her cure xizmetên wekheviyê ji holê radikin, bi hinceta 'terorê' tên tayînkirin. Di pergaleke qanûnî ya asayî de - digel rewşeke 'îstisnayî ya sînorên wê nediyar jî' - kesên tayînkirî ji kesên hilbijartî bêtir xwedî hêz nînin. Maf, sazî û sermayeyên madî yên jinan ku bi rêya qeyûman hatine desteserkirin, divê demildest bên vegerandin.
Bi dîtina me, ji bo ku ev civak di nava aştiyê de bijî, di qonaxa yekem de ev daxwaz pir girîng û jêveneger in. Ji ber ku ev ji bo ku ev civak bikaribe bi awayekî vekirî û bê tirs bi hev re biaxive û bikare rûbirûyê hev bibe pêwîst in. Em çi têkoşînê didin jî, mînak ji ber ku em ketine grevê, di 8ê Adarê de daketine kolanan an jî di Meşa Rûmetê de, pêwîst e ku em ji lêdana xetên sor, qedexekirinê, cezakirinê netirsin dema ku em li mafên xwe digerin. Em di wê baweriyê de ne ku ne tenê jin an jî beşeke civakê ku dibêje, 'pêdiviya min bi aştiyê heye, divê ev daxwaz û hê zêdetir bibin armanca sereke ya civakê. Em dikarin ji vir dest pê bikin û li ser Qanûna Cezayê ya Tirk, şîdeta zayendî ya bi unîforma, sûcên li dijî bedena jinan, serxwebûna darazê, pergala perwerdehiyê, koçberkirina bi darê zorê, valakirina gundan û encamên wan, kesên di bin çavan de hatin windakirin û xizmên wan, biryarnameyên zagonî, xizaniyê, parvekirina bêhiqûqî ya budceyê, wekheviya ji bo jinan û LGBTİ+yan û gelek tiştên din nîqaş bikin. Em ê nîqaş bikin jî. Em bang li jinan dikin ku ji bo daxwazên xwe yên aştiya giştî li ser van sê xalan pêk bînin, em bên gel hev û nîqaşan bikin. Werin em hemû bi hev re ji bo aştiyeke ku dengê me tê bihîstin û daxwazên me pêk tên, têbikoşin!"