Ji Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Berpirsiyariya me mezine

  • 10:19 28 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - Di axaftina li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku ji aliyê TJA'yê ve tê lidarxistin de, bal hat kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hat gotin, "Berpirsyariya me mezin e, lê bawerî û hêviya me jî mezin e. Pêwîste em xwe di li biryarên li vir bên girtin derkevin. Werin em zîhniyet û polîtîkayên mêr-dewletê têk bibin. Yekîtî ya gelê Kurd û jinên Kurd e wê teqez pêk were."
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 28-29’ê Gulanê de li Çanda Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd tê lidarxistin. Endamên TJA'yê, parlamenterên jin ên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansê pankarta “Jin siyaseta demokratîk dimeşînîn, civaka demokratîk ava dikin” û pankartên “Jin jiyan azadî”, “Cinîya azad komelo azad”, “Jin azad dibe civak azad dibe” bi zimanên Kurdî, Tirkî, Zazakî û Erebî hatin daliqandin. Her wiha gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn.
 
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
Bi mehane xebat tên meşandin
 
Axaftina vekirinê ji aliyê Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyigit ve hat kirin. Gulcan Kaçmaz Sayyigit destnîşan kir ku konferans konferanseke dîrokî ye û bi mehan e xebatên xwe dewam dikirine. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, "Yên ku hatin vê konferansê hene, yên ne li vir in, lê bi ruhê xwe li vir in jî hene. Hevalên me hene. Ji ber hincetên sînor dewlet nahêle bikevin hundir. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Ez silavên xwe ji Leyla Guven, Semra Guzel, Pexşan Azîzî  û gelek jinên ku navê wan li vir nehatiye gotin re dişînim."  
 
 
'Jinên Kurd li cîhanê dengê xwe bilind dikin'
 
Gulcan Kaçmaz Sayigit bal kişand ser wê yekê ku jinên Kurd û gelê Kurd di nava zor û zehmetiyan de dijîn û got, “Dewletên neteweyî 3 rê nîşan dan, yek, gelê Kurd kirin 4 parçe, ya duyemîn, gelê Kurd tune hesibandin, asîmîlasyon pêk anîn, ya din jî nehiştin Kurd werin cem hev û yekîtiya xwe ava bikin. Em ê yekitiya xwe misoger bikin. Di nava zor û zehmetiyan de felsefeya jin, jiyan, rêya rast û yasayî ji bo Rojhilata Navîn nîşan dide. Îro li 4 parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê xebatên xurt tên meşandin."
 
Gulcan Kaçmaz Sayyigit di berdewamiya axaftina xwe de got, "Dema ku birêz Ocalan di banga xwe de behsa 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir, li cîhanê deng veda. Divê em jin ji bo civakeke demokratîk xebatên xwe zêde bikin. Berpirsiyariya me mezin e, lê hêvî û baweriya me jî mezin e. ”
 
Konferans wê bi sînevîzyona ku li ser têkoşîna jinên Kurd tê nîşandan û parvekirina ezmûnan berdewam bike.