
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Saît Zengîn pirsîn
- 13:35 31 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di 30'emîn salvegera çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Saît Zengîn pirsîn û gotin: "Em aştî û edaletê dixwazin û her wiha dixwazin aqûbeta windahiyên hîn bibin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, di hefteya 1053’yan a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên qurbaniyan hatin ba hev, vê hefteyê aqûbeta Mehmet Saît Zengîn pirsîn ku 6’ê Gulana 1995’an li navçeya Mîdyat a Mêrdînê di bin çavan de hatine windakirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Îkbal Eren ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev 30 sal in malbata wî dipirse. Çi hat serê Mehmet Saît Zengîn? Pirs bêbersiv hatiye hiştin. Dosyaya ku bi hewldanên Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Mêrdînê ji nû ve hat dîtin. Çiqas sal derbas bibin jî em bi biryar in ku ji bo Mehmet Saît Zengîn û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin; Em ê tu carî dest ji bîrdariya xwe bernedin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere.”
Piştî serpêhatiya Saît Zengin hat vegotin yek ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz peyama dayika Hasan Ocak ê di binçavan de hat qetilkirin Emîne Ocak xwend û wiha hat gotin: "Ez çûm cem dayika me Emîne. Dayika ku 30 sal berê dengê me hemûyan bihîst, silavên xwe ji her kesî re şand. 30 sal ne hêsan bû. Dayikan ne hînî aqûbeta zarokên xwe bûn û ne jî edalet dîtin. Hemû bi dilên birîndar derketin."
Qurnefîl danîna Qada Galatasarayê û piştre çalakî bi dawî bû.