Di binê stêran de li Park Ormanê dîwana Dengbêjan

  • 10:36 30 Gulan 2025
  • Çand û Huner
AMED - Di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de Şaredariya Peyasê Dîwana Dengbêjan di binê stêran de li Park Ormanê li dar dixe.
 
Dîvana Dengbêjan ya ku ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ve bi munasebeta 15 'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî tê lidarxistin, îro li Park Ormanê pêk tê.  Dîwan saet di 20:00'an de wê bi beşdariya hûnermend û dengbêj Evîn Sîndî, Ronî Erez, Xalîde, Amed û Mihemedê Şêxmîra pêk bê û derkevin ser dikê.