ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 2 Hezîran 2025
  • Rojev
 
* Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bal dikişîne ser di nava civakê de taybetmendiya malbat û jin û dibêje: “Em li ser navê rizgarkirina malbatê her cure fedakariyê dikin. Ger qurbaniyên ku ji bo malbatê hatine dayîn ji bo şoreşê bihata kirin, dê malbat sed qatî bilind bibûya û welatê me ji zû ve rizgar bibûya.” DOSYA 
 
*Aktivîsta TJA’yê Mûazzez Orhan bi lêv kir  ku tundiya li ser jinan dewam dike û wiha got:” Bi taybet jî di demên dawiyê de îradeya dagirker a desthilatdariya mêr ji îrade û hişmendiya jinan ditirse. Çimkî mêr ditirse, destihilatdariya wan ji destên wan biçe. Mêran li ser tundiyê dewleta xwe ava kirine û dest danîne ser îradaya jinan. Loma jî ji dîrokê heta niha jinan her tim li berxwe dane.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan der barê bikaranîna hişbirê ya li Amedê zêde bûye de axivîn û diyar kirin ku tedbîrên dewletê qels in û di vê mijarê de divê tedbîr bên girtin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku beriya cejnê çûn bazara taxê wiha gotin: “Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Her tişt biha ye.”  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclisên Giştî ya her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, Hêvîn Silêman da zanîn ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtî ew ê berxwedana xwe dewam bikin û got:"Em ê jî ji biryara xwe gavan şûnde venekişînin. Em ê her di nava liv û tevgerê de bin heya ku em êndamên YPJ'ê yên ku hatine dîlgirtin azad dikin." DÎMEN HEYE