Ji bazara taxê: Her tişt biha ye

  • 09:03 2 Hezîran 2025
  • Ked/Aborî
Neslihan Kardaş-Memihan Zeydan
 
WAN - Jinên ku beriya cejnê çûn bazara taxê wiha gotin: “Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Her tişt biha ye.”
 
Li welat krîza aborî her diçe giran dibe û hêza girtinê her diçe dikeve. Bi krîzê re standarda jiyana welatiyan jî diguhere. Ber bi cejna qurbanê ve welatiyên diçin dan û stanê nikarin tu tiştekî bigirin. Di krîzê de yên herî zêde bi bandor dibin jin in û diyar dikin ku ji bo li gorî hêza xwe tiştekî bigirin li seranserê bazarê digerin.
 
Jinên li bazara taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê ya Wanê der barê krîzê de axivîn.
 
‘Bi qasî ku hêza me têr dike’
 
Rabîa Maral da zanîn ku biha diguherin û got ew nikarin tiştekî ji bo cejnê bigirin. Rabîa Maral wiha vegot: “Em baş xwedî nabin. Zarokên me baş xwedî nabin. Bi qasî hêza me têr dike em dikarin bigirin. Hêza me têr neke em nagirin. Her tişt biha ye. Em nikarin qurbaniyê bigirin.”
 
‘Her tişt biha ye’
 
Ozlem Şahîn jî destnîşan kir ku ji ber bihayan nikarin hewcedariyên xwe bigirin û wiha bi lêv kir: “Her tişt biha ye. Tiştek nayê girtin. Krîz her diçe giran dibe. Çar zarokên min hene. Zarok fêkî dixwazin em nikarin bigirin. Ji bo zarokan xurekên pêwist divê bên girtin. Lê em nikarin bigirin. Çar zarokên min hene. Min ji bo cejnê tu tiştek negirtiye. Berê rûn 100 TL bû. Niha 300 TL  ye. 5 lître rûn 15-20 rojan diçe. Şertên jiyanê zehmet in. Em nikarin bo cejnê qurbanê jî bigirin.”
 
‘Em di vê cejnê de nikarin qurbanê bigirin’
 
Zerîfe Gur jî daxuyakirin ku biha çiqas zêde bin jî neçar in hewcedariyan bigirin û wiha got: “Li welat krîzek heye. Em hinek tiştan digirin hinekan nagirin. Min tiştek ji bazarê negirt. Berê biha erzan bûn. Niha her tişt biha ye. Cejn nêzik e. Me tu tiştek negirtiye. Kurê min ji ser Îşkurê kar dibîne piştî 6 mehan şûnde betal dimîne. Em di vê cejnê de nikarin qurbanê bigirin.”
 
‘Yên dixebitin nikarin debarê bikin, yên naxebitin çawa debarê bikin?’
 
Alya Taşkulak jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em bi mûçeyê teqawîtbûnê debarê dikin. Em ancax îdare dikin. Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Em bi hezar lîra tên bazarê lê satila me tije nabe. Cejn tê. Em qurbanê nadin. Mûçeyê me 14 hezar e. Têr nake. Krîz roj bi roj mezin dibe. Yên dixebitin debarê nakin ên naxebitin wê çawa bikin?”
 
‘Têr nake’
 
Jineke ku nexwest navê xwe bide daxuyakirin ku nîvê hewcedariyan girtiye û wiha anî ziman: “Her tişt biha ye. Têr nake. Berê me mehane dan û standin dikir. Lê niha em heftane nikarin bikin. Em nikarin di cejnê de jî tiştekî bigirin. Sê zarokên min hene min tiştek negirtiye.”
 
‘Ji bo qurbanê 14 hezar’
 
Nîhayet Aslan jî got nikarin hewcedariyên xwe bigirin û wiha vegot: “Min tenê evqas tişt girtin. Biha ye em nikarin bigirin. Tiştekî erzan tune ye. Ez û sê keçên xwe ne. Ji bo qurbanê jî me 14 hezar da.”