Hejmara nû ya Newaya Jin derket

  • 10:50 2 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Hezîrana 2025'an a Newaya Jin bi sernavê "Deriyê mejiyekî nû vedibe" hate weşandin.
 
Rojnameyê di vê hejmarê de li gel ragihandina bûyerên rojane yên li ser lêgerîna li aştî û civaka demokratîk, her wiha têkildarî pêşengên tevgera azadiyê, yekîtiya neteweyî ya Kurd, tora piştevaniya femînîst a navneteweyî, sînema, dînamîkên ciwanan û civakên hindekahî dosyayên berfireh pêşkêş dike.
 
Nivîskar Rûşen Samsat bandora polîtîk û dîrokî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand ku beriya 29 salan di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da. Rûşen Samsat diyar kir ku divê Zîlan ne tenê weke fîgureke berxwedanê ya şexsî bê dîtin; ew pêngaveke felsefî ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd e; çalakiya wê li dijî krîza dîrokî ya hebûna jinê serhildaneke kolektîf e, mîlada lêgerîna azadiyê ye.
 
Di gotareke din a rojnameyê de jiyan û mîrateya endamên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji aliyê Haskar Kirmizigul ve tê nirxandin. Di nivîsê de tê ragihandin ku ji Kurdistanê heta bi Ewropayê konên sersaxiyê yên li erdnîgariyeke berfireh hate danîn ne tenê cihekî şîndanînê ye; di heman demê ve dguherîne qadên jinûve avakirina ruhê berxwedanê yê bi hişê kolektîf.
 
Havîn Guneşer jî xeta berxwedanê ya tevgera azadiyê ya Kurd nirxand ku zêdeyî nîv sedsal e dewam dike û vê yekê jî li ser bingeha 'paradîgmaya civaka demokratîk' a Rêber Apo dike. Havîn Guneşer destnîşan dike ku azadiya jinê hêmanê esasî yê vê nêzîkatiyê ye.
 
Portreya ku ji aliyê Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Besê Erzîncan ve hate nivîsandin, qala çîroka jiyanê ya Pelîn Zozan dike ku 27'ê Çileya 2025'an di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bû. Erzîncan, Pelîn Zozan bi gotina 'Mînaka şênber a têkoşîna jinê ya ji şexsê azad heta bi civaka rêxistinbûyî' pênase dike û balê dikişîne ser karakterê xurt, dilnizm ê Pelîn Zozan ku di nava jinan de ava kiriye.
 
Di rûpelên forûmê de beşên ji nirxandinên Rêber Apo yên bi sernavê 'Li Rojhilata Navîn netewe dewlet' hatiye weşandin. Di nivîsa berhevkirî de şer û krîzên bingehîn ên ji ber hewldanên homojenkirina civakê ya rêxistiniya netewe dewletê tê nirxandin.
 
Şervîn Nûdem rêjeya tevlîbûna jinan a li pêvajoyên aştî, danûstandin û civaka demokratîk bi daneyên statîstîkî dinirxîne. nivîskar bi bîr xist ku li gel biryara bi hejmara 1325 a 'Jin, Aştî û Ewlekariyê' ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî rêjeya temsîlkariya jinan a li maseyên aştiyê yên li cîhanê di asta ji sedî 6'an de maye û destnîşan kir ku bi tecrûbeya tevgera jinên Kurd re azadiya jinan bûye bingeha azadiyên civakî.
 
Nûrhaq Gulbahar encamên 'Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê' dinirxîne ku 26'ê Nîsana 2025'an li Qamişloyê hate lidaxistin. Di nivîsê de tê ragihandin ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' xwedî wê potansiyelê ye ku li çar parçeyan yekîtiya gelê Kurd xurt bike, konferansê jî îradeya avakirina bi hev re ya paşeroja hevpar şênber kiriye.
 
Roza Metîna bi hevberdevka platforma 'Şiyar be' Gulşen Demîr re hevpeyvîn kir ku li Amedê ava bûye. Gulşen Demîr destnîşan dike ku ev tevgera exlaqî-polîtîk a bi beşdariya jin û ciwanan hatiye avakirin, hişyariyê dide ku temenê bikaranîna narkotîkê daketiye heta 9 salî û girîngiya perspektîfa xweparastinê destnîşan dike.
 
Di nûçe dosya ya berfireh de ku ji aliyê rojnamevan Rojbîn Denîz ve hatiye amadekirin, mîrateya berxwedana dîrokî û daxwazên siyasî yên rojane yên civaka Durzî tê nirxandin ku li Sûriye û Rojava nêzî 2 milyon nifûsa xwe heye.
 
Di nivîsa Dersim Zêrevan de Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Yekemîn tê nirxandin ku li Rojava bi pêşengiya Kolektîfa Kezî di navbera 25-31'ê Gulanê de hate lidarxistin. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku festîval fîlmçêkerên jin ên ji tevahiya cîhanê digihîne hev û balê dikişîne ser çîrokên berxwedanê û azadiyê.
 
Hevpeyvîna taybet a Aylîn Acar balê dikişîne ser tevgera 'Non Una Di Meno' ku ji sala 2016'an û vir ve li Îtalyayê bi rêxistin e. Di hevpeyvînê de ji Latîn Emerîkayê heta bi Rojhilata navîn torên hevkariya antîkaptalîst û enternasyonalîst tê nirxandin.
 
Di portreya Kurdî de ku ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate amadekirin, şervana azadiyê ya li Rojhilat Aryen Arê tê vegotin. Di rûpela portre ya Tirkî de jî Fîdan Yildirim qala jiyana têkoşer a parêzvana mafên mirovan, femînîst sosyolog û siyasetmedara Brezîlyayî Marielle Franco kir ku 14'ê Adara 2018'an hate qetilkirin