
Di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî de lihevkirin
- 10:55 2 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya rêveberiya demkî li ser gelek mijarên nîqaş kirine, li hev kirin. Di daxuyaniya hevbeş a fermî ya piştî civînê de 4 xalên sereke hebûn.
Li paytexta Şamê şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li hev civiyan. Ev civîn di çarçoveya şopandina pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya navbera QSD’ê û rêveberiya demkî hatiye îmzekirin de, pêk hat.
Piştî nîqaşkirina gelek mijarên xwedî girîngiya hevbeş, daxuyaniyek hevbeş li ser wan xalên lihevkirî û destnîşankirina civîneke din di zûtirîn dem de hat dayîn.
Naveroka daxuyaniya hevbeş wiha ye:
“Di çarçoveya hewldanên ji bo pêşxistina lihevkirin û pêkanîna rêketinên hatine îmzekirin de, di navbera şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Navendî ya ji bo temamkirina peymana bi QSD’ê re, di hewayek erênî û avaker de civîna yekem hat lidarxistin.
Her du şandeyan li ser gelek mijarên xwedî girîngiya hevbeş nîqaş kirin û li ser van xalan lihevkirin hate kirin:
*Avakirina komîteyên şaxî yên taybet ji bo şopandina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin.
*Hewldana çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkildarî azmûnan û navendên azmûnan, misogerkirina mafên xwendekaran û aştiya pêvajoya perwerdehiyê.
*Gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin.
*Jinûve aktîvkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê û hewla çareserkirian wê bê dayîn, ku dikeve xizmetî îstîqrar û aştiya civakî.”
Her du aliyan diyar kir ku ew pabendî diyaloga avaker û hevkariya berdewam in, ku ev yek dikeve xizmetî yekitiya Sûriye û serweriya wê û hêviyên gelê Sûriyeyê yên ewlehî û îstîqrarê pêk tîne.
Her wiha li ser destnîşankirina civîneke din di nêztirîn dem de lihevkirin hate kirin, ku nîqaşê temam bikin û pêkanîna rêkeftinan bişopînin.