Gel bertek nîşanî polis ê bersûcê destdirêjiyê, da
- 15:18 5 Hezîran 2025
- Rojane
ŞIRNEX – Hat hînbûn li Şirnexê polis ê bi navê Ugur Demirtaş dest dirêjî li jinekê kiriye. Piştî bûyerê, welatiyan nerazîbûneke mezin nîşan dan û bersûc hat binçavkirin.
Li Taxa Yeni Mahalleyê ya Şirnexê polis ê bi navê Ugur Demirtaş dest dirêjî jinekê kir. Li gor agahiyan jinek dema dikira biçûya mala xwe bi destdirêjiya çawişê pispor rû bi rû maye. Piştî jinê bertek nîşan daye û welatiyan mudaxale kirine şûnde çawişê pispor hat binçavkirin.
Karê emniyetê yê bersûc Ugur Demirtaş bi dawî bû. Tê payin bersûc îro sewqî dozgeriyê bê kirin û îfadeya wî bê girtin.