Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • 19:05 5 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Kesên ku  di encama êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî  Mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku dê bi anîna aştî û demokrasiyê xeyalên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi cih bînin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di salvegera 10'emîn a êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' a ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di 5'ê Hezîrana 2015'an de hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Bîranîn li cihê teqînê ango li Qada Îstasyonê pêk hat û parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya, Salîha Aydenîz, nûnerên DBP'ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kesên di teqînê de birîndar bûn, xizmên wan û gelek kes amade bûn. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî hatin hilgirtin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hat berzkirin û piştre dua hatin kirin.
 
Piştî dûa hat xwendin birayê Necatî Kurul ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hayatî Kurul axivî û wiha got: "Em dixwazin berpirsyarên vê komkujiyê jî heman êşê hîs bikin."
 
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî. Gulşen Ozer bibîr xist ku beriya 10 salan li vir komkujiyek hatiye kirin û got:"Di vê êva cejnê de em kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Di vê komkujiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn. Wê rojê, li vir atmosfereke şahiyê bû, lê sîstemê ew roj ji bo me veguherand roja şînê. Heta ku em sax bin, em wê rojê ji bîr nakin, em ê nehêlin yên din jî ji bîr bikin. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Berpirsyarên vê komkujiyê bêguman wê rojekê hesab bidin. Bila sebir ji me hemûyan re bê dayîn. Bila careke din kes nemire û em aştiyê pêk bînin." Ozer Cejna Qurbanê ya her kesî pîroz kir.
 
‘Şehîdên aştî û demokrasiyê’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî wiha got: "Hêviya aştî û demokrasiyê ya me hemûyan di wê demê de hat bombekirin. Ev êrîş di esasê xwe de êrîşa li dijî pêvajoya aştiyê bû. Hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan ji ber ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyan ev êrîş pêk hat. Ji bo aştî û demokrasiyê bi rastî jî şehîd in. Em li pêşberî têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Xwestin tune bikin, lê nekarîn bi ser bikevin. Ev meydan ev 10 sal in tijî bûye. Gelê Kurd, gelê Amedê tarîtiya DAÎŞ'ê têk biriye. Îro di warê hiqûqî de jî bêcezatiyek me ya mezin heye. Em îro jî li vir têkoşîna edaletê tînin ziman. Têkoşîna me ya edaletê wê bidome. Heta ku kujer û kesên li pişt wan bên cezakirin wê têkoşîna me bidome."
 
Adalet Kaya têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de got ku ev bang ji bo aştiyê firsendeke mezin e. Adalet Kaya diyar kir ku serdemek nû dest pê kiriye û wiha got, "Em ê mîrateya hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane li vir bi hurmet bi bîr tînin û rêya aştî û civaka demokratîk berfireh bikin. Em li vir li ber her kesî soz didin. Em jî soza vegerandina edaletê didin malbatan. Bêyî rûbirûbûna bi kuştinên kiryar nediyar, windakirinên bi zorê û komkujiyan, aştî nabe. Ji ber vê yekê, têkoşîna me wê her mezin bibe. Ev meydan qadeke bîrdariyê ye. Em ê têkoşîna xwe ya aştiyê li vê meydanê mezin bikin. Bijî civaka demokratîk, bijî aştî û avakirina civaka demokratîk."
 
Bîranîn bi danîna qurnefîlan li cihê ku bombe lê teqiya, li gel wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.