
Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
- 10:38 6 Hezîran 2025
- Rojane
AMED- Tuba Bîrcan Çavdar û zarokên wê Elîf Çavdar, Zeynep Çavdar û Yusuf Çavdar yên di şewata li Sîteya Rojava derketibûn de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoy hatin definkirin.
Li taxa Firatê ya Navçeya Peyasê ya Amedê li sîteya Rojava duh şewat derket. Li gorî agahiyên ji welatiyan hatiye girtin şewata di katê duyemîn de derketiye heta katê 13’an belav bûye. Ji dumana ket derenceyan yek jê bebek 38 kes bi alîkariya vînçê hatin derxistin.
Dayikek û sê zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan
Di encama şewata ji ber tesîsata ceyranê derket, Elîf Çavdar, Zeynep Çavdar û Yusuf Çavdar yên di şewata li Sîteya Rojava derketibûn de jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn. Cenazeya dayik û zarokan li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Şîna kesên jiyana xwe ji dest dan li Mala Şînê ya Uhud Şehîtler a Peyasê ha avakirin.
Tê payîn ku dozger wê der barê sedema derketina şewatê de lêkolînê bike.