
Li gelek bajaran serdanên goristanan hatin kirin
- 11:39 6 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Biwesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aşitiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji det dane kirin.
Goristana Serê Solan a li Taxa Tekser a li Colemêrgê hate ziyaretkirin. Ji malbatan re sersaxî hate xwestin û dia hatin kirin. Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak li vir axivî û bal kişand ser ‘’Banga Aşitîû Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi saya kesên ku di vê rêyê de canê xwe dane, pêk hat. Di vê pêvajoya dîrokî de em ê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û em ê hêviyên hemû windayên xwe bi aşitî û azadiyê tacîdar bikin.’’
Gever
Her wiha li navçeya Geverê jî goristanên li taxên Bajêrge û Ormanê jî hatin ziyaretkirin. Li goristanan dia hatin kirin û ji malbatan re sersaxî hate xwestin.
Agirî
Bi pêşengiya DBP û DEM Partî ya Agiriyê serdana goristanan pêk hat. Heyet çû goristanên Asrî û Kupkiran û ji malbatan re sersaxî xwestin.