
‘Em ê ji bo hestiyariya civakî bixebitin’
- 09:03 20 Hezîran 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL- Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî balkişand ser binpêkirina mafan yên di riyên koçberiyê de li hember jin û zarokan pêk tên û got: “Ji bo rayedar li dijî van pirsgirêkan berpirsyariya xwe bînin cih û hişmendiya civakî ava bibe em ê bixebitin.”
Bi mîlyonan kes ji ber şer, pvçûn û tundiyê bi zor ji warên xwe tên kirin. Kesên koçber dibin bi gelek binpêkirinan re tên rûhev. Jin û zarok yên herî zêde tundî, destdirêjiyê dibîninin e. Jin hem di riya koçberiyê de hem jî li cihên ku koçber dibin bi gelek binpêkirinên mafan re tên rû hev. Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ( ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê mijarê de axivî.
Têkoşîna li dijî tundiyê
Gulseren Yolerî da zanîn ku pirsgirêka penaberan pirsgirêkek navneteweyî ye û got mirovên dibin penaber bi zor ji warên wan tên kirinê ne. Gulseren Yolerî wiha anî ziman: “Ji ber şer, hilweşîn, xizanî, pevçûnan mirov neçar dimînin warê xwe terk bikin û koçî cihên din bikin. Îro bi mîlyonan kes ji bo xwe li cih digerin. Ev li seranserê cîhanê veguheriye rewşeke dijberbûna penaberan. Hem pêşî li penaberiyê nayê girtin hem jî pêşî li dijberiya li hember penaberiyê tê girtin. Penaber ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Şertên neyînî her tim li pey wan e. Li dijî zor û zehmetiyan têdikoşin. Divê ev tabloya li cîhanê biguhere.”
Mirov xwe nagihînin mafên sereke
Gulseren Yolerî daxuyakirin ku yek ji welatê ku herî zêde penaberan dihewîne Tirkiyeye û wiha dirêjî dayê: “Ne tenê dema şerê Sûriyeyê beriya wê jî Tirkiye di asta derbasbûna transît de bû. Ji gelek welatên Asya Afrîkayê penaber ji ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê dibin. Vê pêvajoyê de jî li Tirkiyeyê dimînin. Vê pêvajoyê de ji derveyê pozîsyona parastina hiqûqî ne. Ev bi koçberiyên Sûriyeyê re hinek guherî. Ji ber kesên ji Sûriyeyê hatin di bin navê parastina demkî de statuya hiqûqî nas kirin. Ev statuya demkî ji bo xwegîhandina mafê perwerde, tenduristî û pêşî li dersînorkirinê girtin bû. Ji ber vê jî çûyîna wan ya welatên din zehmet bû. Di vî alî de penaberan di alî xwedîhandina mafên sereke de prisgirêk jiyan. Li Tirkiyeyê bi mîlyonan penaer hene. Hema hema hemû penaber jî pirsgirêkên cidî dijîn.”
‘Jin û zarok tundiyê dibînin’
Gulseren Yolerî balkişand ser binpêkirinên mafan yên di riyên koçberiyê de jin û zarok pê re tên rû hev û wiha daxuyand: “Jinên penaber dikin riya fuhuşê. Penaberên Tirkiyeyê xwe nikarinînin bigihînin mafên xwe.mafên starbûnê yên di hiqûqa navneteweyî de tên nasîn nayên dayîn. Mafê penaberan tune tên hesibandin. Mînak li Tirkiyeyê li dijî jin û zarokan tundî û destdirêjî tên jiyîn. Em vê dizanin. Demên dawî de derket televîzyonan. Li nexweşxaneyan ji ber lêçûnan nikarin bidin dîl tên girtin. Em hewl didin hestiyariya civakî avabikin.”
‘Em ê ji bo hestiyariya civakî bixebitin’
Gulseren Yolerî 20’ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê bibîr xist û wiha dawî lê anî: “Bi wesîleya vê rojê em wek Komîsyona Mafê Penaberan a ÎHD’ê wê bi Tora Piştevaniya Penaberan re bi bernameyan balê bikşînin ser pirsgirêkên panber dijîn. Divê xalên erdnîgariyê yên Peymana Cenevreyê ya 1951 bên rakirin. Navendên Vegerandinê wek girtîgehane. Îdiayên îşkence û binpêkirinên nebaş hene. Ji ber vê jî pisgirêkên cidî tên jiyîn. Divê bi taybet pêşî li vê bê girtin. Ji bo rayedar li dijî van pirsgirêkan berpirsyariya xwe bînin cih û hişmendiya civakî ava bibe em ê bixebitin.”