Li pîranê agair bi daristanê ket

  • 20:46 16 Hezîran 2025
  • Ekolojî
AMED – Li gundê Cilbenî yê Taxa Heredon a Pîranê agir bi daristanekê ket. Agir her diçe belav dibe.
 
Li gundê Cilbenî yê Taxa Heradon a navçeya Pîran  a Amediyê agir bi daristanê ket. Tê gotin ku agir ji stûnên elektrîkê derketiye, tevî destwerdana welatiyan jî, ber bi gundên Heridan, Cilbenî û Layayro ve diçe. Her çend tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Pîranê çûn herêmê hate hînbûn ku tîm li hember agirê ku her ku diçû zêde dibû têrê nakin.
 
Banga alîkariyê
 
Endamê Lijneya Ekolojıyö Muhammed Bîrkan, ku din ava kesên hewl didin agirê li herêmê vemirîn de cih digire, got, "Agir belav dibne. Tevahiya qada daristanê daye ber xwe. Pêdivî ye ku alîkariya bilez bigihîje herêmê. Niha, em hewl didin ku agirê ku mezin dibe bi alîkariya xelkê herêmê vemirînin. Divê piştgiriya agirkujiyê hem ji hewa û hem jî ji bejahî li vir bikev tevgerêr."