
Di tenduristiyê depolîtîkayên mêtînger û zayendperest yên desthilatdariyan
- 09:02 21 Hezîran 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED-Endama Komîsyona Xwendekaran a SES’ê Zekiye Zîlan Çelîker, bertek nîşanê pergala serdest a di pergala tendurirstiyê de û serdestiya li ser jinan da û got: “Xwegîhandina jinan a xizmeta tenduristiyê û bedena jinan li gorî pergala serdest ya mêr hatiye teşekirin. Şifakariya ku berê jinan pêşengiya wê dikir îro veguheriye qada ku li ser jinê kontrola xwe dike ye.”
Ji ber newekheviya zayendî ya di saziyên tenduristiyê de, jin tune tên hesibandin. Her wekê di qada tenduristiyê de jîn dibin hedefa mêr. Li gel vê têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên serdest yên mêr didomin.
Endama Komîsyona Xwendekarên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Zekiye Zîlan Çelîkr, der barê pregala tenduristiyê de û cihê jinê yê di pergala tenduristiyê de nirandin kir.
Mêr û hekîm xwe dikin kirde
Zekiye Zîlan Çelîker da zanîn ku şifakariya jinan seranserê dîrokê ji aliyê mêran ve tune hatiye sibandin û wiha anî ziman: “Bi pêşketina tiba modern jin ji derveyê vê qadê hatin girtin. Bêguman ev bi vê sînor neme. Bi pêşketina tiba modern re mêr û hekîman xwe kirin kirde û jin jî bê nirx hatin hiştin. Ev jî ji pratîka wan ya jiyanê tê dîtin.”
Serdestiya li ser jinan
Zekiye Zîlan Çelîker her wiha destnîşan kir ku xwegîhandina jinan a xizmeta tenduristiyê û bedena jinan li gorî pergala serdest ya mêr hatiye teşekirin û wiha dirêjî dayê: “Şifakariya ku berê jinan pêşengiya wê dikir îro veguheriye qada ku li ser jinê kontrola xwe dike ye. Ev pêvajoya dîrokî ji polîtîkayên tên meşandin serbixwe nîne.”
‘Divê jin tevgera tenduristiya xwe ava bikin’
Zekiye Zîlan Çelîker di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê jin li dijî pergala tenduristiyê ya pergalê, tevgera tenduristiya jinê ava bike û çareserî jî bi vê pêkane. Zekiye Zîlan Çelîker wiha dawî lê anî: “Me bi SES’ê re xebatên tendruistiyê meşandin. Me ev pirsgirêk di cih de dîtin. Em dib^jein ku çarseriya li dijî van pirsgiarêkan bi avakirina tevgereke tenduristiyê ya jinan pêkane.”