Li Silopiyê jinek hat qetilkirin

  • 22:05 22 Hezîran 2025
  • Rojane
ŞIRNEX – Li Silopiyê jina bi navê Gulîzar Yildiz, ji aliyê mêrê ku navê Remzî ku paşnavê wî nehat zanîn ve hat qetilkirin.
 
Li navçeya Silopiya Şirnexê, jina bi navê Gulîzar Yildiz ji aliyê mêrê bi navê Remzî ku paşnavê wî nehat zanîn ve hat qetilkirin. Piştî ku agahî hat dayîn komên tendûristiyê û polîs hatin cihên bûyerê.
 
Gulîzar Yildiz a ku rakirin nexweşxaneyê, hat zanîn ku jiyana xwe ji dest daye.
 
Piştî bûyerê kiryar ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Têkildarî mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.