Li Hezexê li dijî hişbirê meş

  • 19:54 23 Hezîran 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê meşek ji bo hişyarkirina li dijî madeyên hişber hate lidarxistin.
 
Li navçeya Hezexa Şirnexê meşek li dijî madeyên hişber hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî meşa ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate lidarxistin bûn. Girseya ku li Kolana Îdîlê civiya, bi pankarta "Na ji madeyên hişber re" heta Kolana aHunerê meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşma "Îdîl, ne razê, xwedî li ciwanan derkeve" hate gotin.
 
Bang li têkoşînê
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Hezexê Îslam Atça destnîşan kir ku bikaranîna madeyên hişber zêde dibe û got ku civak ji ber madeyên hişber tê xerakirin. Wî bal kişand ser wê rastiyê ku bikaranîna madeyên hişber, bi taybetî di nav ciwanan de, berbelav bûye û got, "Madeyên tiryakê û gefên madeyên hişber, bi taybetî yên ku ciwanan hedef digirin, dê bigihîjin astên xeternak ku heke tedbîrên pêwîst neyên girtin, nayên astengkirin. Pêşîgirtina gihîştina madeyên hişber bi dûrxistina madeyê ji ferd û ferd ji madeyê mimkun e." Îslam Atça, diyar kir ku madeyên hişber dikarin werin astengkirin û bang li hemî sazî û rêxistinan kir ku "bi hev re li dijî madeyên hişber şer bikin. Em dixwazin bibîr bînin ku hemî kes û sazî berpirsiyariyek dîrokî li ser parastina ciwan û avahiya civakî ya me heye."