
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan: Bîra jineoloyiyê û kedê
- 09:59 24 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê bi projeya “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” dest bi xebateke girîng kirin. Di vê pirtûkxaneyê de tenê pirtûkên ji hêla jinan ve hatine nivîsandin û yên derbarê dîroka jinan de ne cih digirin. Xebatkara pirtûkxaneyê Emîne Varsak Tabû derbarê vê projeyê de nêrînên xwe bi me re parve kir.
Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê bi projeya “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” dest bi xebateke girîng kirin. Li ser armanc û naveroka projeyê, Emîne Varsak Tabû wiha got: “Piştî ku qeyûmên tayînkirî zirareke mezin dabû çanda bajarê me, hewcedarî bi xebateke wiha hebû. Bi destxistina şaredariyê re me ev fikir da destpêkirin. Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Peyasê gavên berbiçav avêtin. Li ser vê bingehê, me ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ damezrand. Xebatên pirtûkxaneyê li ser esasên jîneolojîyê dimeşin û tenê berhemên jinan an jî yên derbarê jinan de ne tê de cih digirin.”
Emîne Varsak Tabû destnîşan kir ku cihê pirtûkxaneyê li Parka 75’an hatiye hilbijartin, ji ber ku ev mekan ji bo xebatên jinan guncav bû. Wê wiha dewam kir: “Me ev cihê ku berê ji gel re girtî bû, veguherand pirtûkxaneyekê. Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên li ser dîrok, derûnî, berxwedan, çîrok, erdnîgarî, jineolojî û her mijarên girêdayî jinan cih digirin.”
'Pirtûkên mêran jî tê de hene'
Emîne Varsak Tabû diyar kir ku her çiqas navê pirtûkxaneyê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” be jî, berhemên mêran ên derbarê jinan de hatine nivîsandin jî tê de hene: “Armanca me ew e ku her berhemek derbarê jinan be, ji destê kê hatibe afirandin, di pirtûkxaneyê de cih bigire.”
'Pirtûkxane ne tenê cihê xwendinê ye'
Emîne Varsak Tabû got ku pirtûkxane ne tenê cihê xwendina pirtûkan e, lê di heman demê de ji bo çalakiyan jî deriyê xwe vekiriye: “Me gelek çalakî, wekî gotûbêj, panel, semîner, atolye, rojên îmzeya nivîskaran û rojên helbestê li dar xistin. Em dixwazin ev pirtûkxane bibe bîra jineolojîyê û navendeke çalak a jinan.”
Emîne Varsak Tabû bal kişand ser kêmasiya pirtûkên jinan û eleqeya kêm a xwendinê: “Hejmara pirtûkên jinan kêm e û eleqeya xwendinê jî bi heman rengî kêm e. Jin di bin bandora teknolojiyê û şertên kapîtalîzmê de bi tiştên biçûk ve mijûl dibin. Armanca me ew e ku em jinan teşwîqî xwendina pirtûkên derbarê dîrok, tenduristî û nasîna xwe bikin. Bi atolye û xebatan, em dixwazin vê hişmendiyê zindî bikin û tahrîbata salên dawî ji holê rakirin.”
Kampanyaya berhevkirina pirtûkan
Derbarê kampanyaya berhevkirina berhemên jinan de, Emîne Varsak Tabû wiha axivî: “Berhemên jinan ên ku digihîjin pirtûkxaneyê pir kêm in. Bi taybetî em dixwazin berhemên jinên kurd û bi zimanê kurdî li vir kom bikin. Em bang li nivîskarên jin û aktivîstan dikin ku pirtûkên jinan bi me re parve bikin, da ku ev pirtûkxane bibe navendeke jîneolojiyê.”
'Jin Jiyan Azadî mifteya azadiyê ye'
Wekî gotina dawî, Emîne Varsak Tabû got: “Xebatên me wê bi vê ruhê berdewam bikin. Ji bo gihîştina armancên me, divê em bi yekdengî dengê xwe bilind bikin. Mifteya azadiyê di gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ de ye.”