
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 26 Hezîran 2025
- Rojev
* Jinên tevli kongreya Tarsûsê bûn diyar kirin ku di vê pêvajoya ku bi banga "Aştî û civaka demokratîk" pêş ketiye de dewletê tu gav navêtiye û gotin divê jin xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. BI DÎMEN
*Koçer Bor ku ji aliyê dewletê ve bi hinceta “Ewlehiyê" neçar ma koçî Wanê bike, diyar kir ku ew di demên berê de tevî hemû zehmetiyan di nav aramiyê de jiyana xwe didomandin û got ku divê Gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike. BI DÎMEN
*Jinan bersiva pirsa me ya "Şer tunebûna wê çi bibûya?" bersivandin û diyar kirin ku şer bandorek mezin li ser civakê dike û ev rewş jî li her qadê jinan qels dihêle. BI DÎMEN
*Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak li ser gavên ku ji bo avakirina aştiyê divê werin avêtin axivî û got: "Têrê nake ku mirov danûstandinan wekî maseyek ku aktorên siyasî lê rûdinin bibîne. Divê em di her qada jiyanê de danûstandinan bidomînin. Yên ku çîrokên xwe ji hev re vedibêjin, nikarin bibin dijmin." Cîgirê berê yê CHP'ê, akademîsyen Binnaz Toprak jî wiha axivî: "Bi gotina aştiyê aştî nayê bidestxistin. Ger serokkomar û Devlet Bahçelî samîmî be, divê ew tavilê pêvajoya demokratîkbûnê bidin destpêkirin." BI DÎMEN
*Xizma winda Îkbal Eren û Umît Efe ya TÎHV’Î der barê 26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine, axivîn û gotin: “Îşkence sûcê mutleq e. Ji bo em ji îşkencekaran hesab bipirsin û bê ceza neyên hiştin wê têkoşîna me bidome.” DÎMEN HEYE