Ji bo konferansa ‘di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de zarok’ bang

  • 09:04 27 Hezîran 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Endama Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, ji bo konferansa ‘di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de zarok’ ya ku wê li Çand Amedê pêk bê de axivî û wiha got: “Em bang li hemû sazî û dezgeyan dikin. Em serdanên saziyan dikin. Di serdanan de em aştî, şer û zarokan diaxivin. Ji ber vê em her kesî vedixwînin konferansê.”
 
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansa ‘di pêvajoyên pevçûn û çareseriyê de zarok’ pêk tîne.  Di konferansa wê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê pêk bê de mijarên wekê ‘di pêvajoyên şer û pevçûnan de şahidî’, ‘di hawirên şer û pevçûnan de bandora li ser zarokan’, ‘di avakirina aştiyê de zarok’ wê bên destgirtin.
 
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin der barê konferansê  û armanca wê de axivî.
 
‘Wê konferanseke ku bi zarokan re pevçûn û çareserî bê axaftinê be’
 
Berîtan Guneş Altin da zanîn ku wek komîsyona zarokan  a DEM Partiyê  di 29’ê hezîranê de konferansa bi sernavê ‘Di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de zarok’ pêk tînin û got: “Pêkanîna konferansê ya li Amedê gelek girînge. Amed di alî bandora şer û pevçûnan a li ser zarokan de  mînakek girînge. Wê konferanseke ku bi zarokan re pevçûn û çareserî bê axaftinê be.”
 
‘Di konferansê de wê zarokên şahidiya şer kirine biaxivin’
 
Berîtan Guneş Altin destnîşan kir ku konferans ji sê runiştinan pêk tê û wiha anî ziman: “Zarokên şahidên şer, wê biaxivin. Di şer de mezin bûn, şer çawa fêm dikin, di şer de zarokî, wê bên axaftin. Di runiştina duyemîn de wê sazî bên guhdarkirin. Di ya sêyemîn de jî wê tecrubeyên aştiyê ku ji wê ji Rojava jî tevlibûn hebe, bên axaftin.”
 
Bang li hemû saziyan hat kirin
 
Berîtan Guneş Altin  diyar kir ku konferansa tê kirin ji pêvajoye serbixwe nîne û ev tişt bi lêv kir: “Konferans girêdayê pêvajoyê ye. Ger aştî bê ser van axan zarokan jî ji nêz ve elqeder dike. Em dixwazin bi her alî aştiyê bigirin dest. Me bang li hemû saziyan kir. Me di serdanên saziyan de girîngiya konferansê vegot û hemû vexwendin konferansê. Em diaxwazin ji ser xeta têkoşînê zemîneke ku rêxistin dike ava bikin. Piştî konferansê bi saziyan re em ê li ser zemîna hatiye avakirin xebatên xwe bimeşînin.”