ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 30 Hezîran 2025
  • Rojev
 
*Dîlek Başalan a ji Komeleya Dema Jinan di salvegera vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê de axivî û got, "Divê Peymana Stenbolê li vî welatî ji nû ve were zindîkirin."  DÎMEN HEYE 
 
*Jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir derbarê krîza aborî de gotin, "Hemû fatûre zêde bûne. Fatûreyên elektrîk û avê jî zêde bûne, ez hîn nikarim fatûreyên xwe bidim. Îro fatûreya elektrîkê hat, min dît ku ew jî zêde bûye. Fatûreyên elektrîk û avê herî kêm digihîjin 800 lîreyan."
DÎMEN HEYE 
 
*Li zozanên Feraşînê, dengbejên jin di nav zehmetiyên jiyana koçer de bi klamên xwe hem berxwedanê hem jî bîranînê zindî dihêlin. Kevneşopiya devkî ya bi sedsalan li çiyayan bi dengê jinan dîsa deng vedide. DÎMEN HEYE
 
*Sara Glynn ji Komîteya Hevgirtina Kurdistanê tekez kir ku divê pêvajo di nav hesabên siyasî yên AKPê de neyê girtin û divê gel û civaka sivîl xwedî lê derkevin û got, "Aştî û demokrasî dê bi hev re werin qezenckirin an jî qet neyên qezenckirin." DÎMEN HEYE
 
*Kiryar Yusuf Açar ku li Şirnexê destdirêjiya 12 zarokan kir, derket holê ku li Antalyayê jî destdirêjî zarokek kiriye. Têkildarî kiryar de 9 sal û 2 meh cezayê ku hatiye dayîn, dosyeya wî li îstînafê ye. ROJANE