
Di payîzê de firneya çolyakê û parkek nû tê vekirin
- 11:18 10 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar serdana firneya çolyakê û parka nû ya ku ji bo nexweşên çolyakê tê amadekirin kirin. Wan li avahiya ku hêj di bin çêkirinê de ye, der barê xebatên firneya ku dê berhemên bêgluten lê bên hilberandin û pijandin de agahî wergirtin û pêşketinên projeyê nirxandin.
Şaredariya Peyasê, bi boneya 9’ê Gulanê Roja Çolyakê ya Cîhanî, ji bo avakirina firneyek û parkekê ku berhemên bêgluten ji bo nexweşên çolyakê hilberîne, gaveke girîng avêt û merasîmeke bi heybet lidar xist. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, ligel endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran, serdana vê firnê û parka nû kirin, der barê xebatan de agahî wergirtin û pêşketinên projeyê şopandin.
Dê di payîzê de veke
Hevşaredaran diyar kir ku projeya “Firna Jiyana Azad a Bêgluten û Parka wê” ku di Roja Çolyakê ya Cîhanî de dest bi çêkirina wê hatiye kirin, niha ji sedî 70 temam bûye. Hevşaredaran gotin: “Em xebatên vê projeyê ji nêz ve dişopînin û armanc dikin ku di payîzê de vê firnê bixin xizmeta gel. Ev proje dê xwarinên tendurist ji hemû gel re, bi taybetî ji nexweşên çolyakê re, peyda bike. Em plan dikin ku firna me ya bêgluten di payîzê de veke, da ku nêzî 2500 nexweşên çolyakê karibin xwe bigihînin xwarinên saxlem û paqij.”
Firneya Çolyakê û Park
Ev projeya nanpêjgehê û parkê dê li ser erdeke 9400 metreyî bê avakirin ku ji bo nexweşên çolyakê (parêza bêgluten) û fenîlketonûrîyê (parêza bêgluten û bêproteîn) hatiye sêwirandin. Armanc ew e ku nexweş bi hêsanî bigihîjin xwarinên paqij, saxlem û li gorî hewcedariyên wan. Di firna nanpêjiyê de dê gelek berhemên wekî nan, penîr, kek, pîzza, simît, qeşa û cûreyên din ên bêgluten bên hilberandin.